Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin 2021-11-06 15:41:57   ÎZMÎR - Di salvegera damezrandina YOK'ê de li Îzmîrê xwendekarên zanîngehê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ava kirin.   Li Îzmîrê, xwendekarên zanîngehê, di salvegera damezrandina Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ava kirin. Xwendkaran, li avahiya Şaxa Hejmara 3 ya Egîtîm Senê ya Îzmîrê civîna çapeniyê li dar xistin. Di civînê de xwendekaran pankarta "Bi zanîngehên azad ber bi ciwantiya ronî" li avahiyê daleqandin. Xwendekaran, avakirina platforma xwe bi daxuyaniyeke ku amade kiribûn ragihandin. Daxuyanî hem bi kurdî hem jî bi tirkî hat xwendin.    Daxuyaniya bi kurdî ya ku ji aliyê Xwendekar Nazlican Yildiz ve hat xwendin wiha ye:   "Rewşa Awarte ya ku ev pênc sal in li kampus û civakê tê ferzkirin, di sala 2021an de bi pêşengtîya xwendekaran hat teşhîrkirin û her wiha hat dîyarkirin ku berdewamîya wê ne gengaz e. Çalakî û tevgerên ciwanên xwendekar xwe bi mezinbûnê didomîne. Ciwanên xwendekar ên ku tevahîya êrîşan, israra terorizekirinê, binçavkirin û girtinan wekî asteng nabînin, di nava civakê de jî bûne xwedî bandor û civak jî li wan xwedî derdikeve. Xwedîderketina hevalên me yên ku pirsgirêkên me yên hewînê anîn ziman, mînaka vê ya herî dawî û berbiçav e.   Em jî ji rewatiya xwe bi rê dikevin û biinyad û israrî dimeşin.   Perwerdehî pêdîvîya civakê ye û yek ji mafên bingehîn e; ji ber vê yekê em daxwazên xwe bi rêxistinbûnê bilind dikin Em di wê bîr û bawerîyê de ne ku ciwantîya ronakbîr bi zanîngehên azad, zanîngehên azad jî bi têkoşîna rêxistinî pêkan e.    Bi şî’ara ku bila perwerdehî bi zimanê dayîkê, bêpere, zanistî û demokratîk be em li zanîngehan xwe rêxistî dikin. Bi hişmendîya berpirsîyarîya nasnameya me ya ciwantîya ronakbîr, em ji şaredarîyan heta zanîngehan rejîma qeyûm; Lijneya Hîndekarîya Bilind(YÖK) a ku amûreke birêvebirina desthilatdarîyê ye; hebûna Tîmên Ewlekarîya Taybet ( ÖGB) û polîsan a di nav zanîngehan de; êrîşên çeteyên faşîst a li dijî nasnameyên etnîk, çandî û zimanî ya di nav kampusan de; qeyrana aborî ya ku em hem wekî gel hem jî wekî xwendekar tê de dijîn; pergala perwerdehîyê ya ku xwe spartîye hişmendîya baviksalarî; pirsgirêkên hewînê û hemû bûyer û rewşên antî-demokratîk ku di nav kampusan de em pê re rûbirû dimînin, em hemûyan red dikin.   Bi vê mebestê, em angaşt û hewldana xwe ya ku di nav kampus û wargehan de em dibêjin dê yek xwendekarê nerêxistî nemîne dîyar dikin û bi vê esasê em wekî “Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê” damezrandina xwe ji raya giştî re radigihînin. Em dibêjin ‘Em rêxistî bibin, Em bibin yek û xurt bibin’."