Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne 2021-11-06 16:03:42   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ayşe Ozdoıgan û diyar kir ku Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bi tena serê xwe bibersivîne.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 502'yemîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe li avahiya xwe ya Taksîmê dar xist. Endamên komîsyonê tevlî daxuyaniyê bûn û bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Ayşe Ozdogan ku li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê tê girtin.    HEFTÊ TENÊ 3 CARAN XWARIN DIXWE   Di çalakiyê de endamê komîsyonê Mehmet Acettîn axivî û derbarê rewşa Ozdogan de ev agahî dan: "Girtiya nexweş Ayşe Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bi tena serê xwe bibersivîne. Parêzerên Ozsogan daxwaz kirine ku înfaza wê bê taloqkirin lê daxwaza wan hatiye redkirin. Ji ber nexweşiya xwe Ozdogan nikare xwarinên bibaharat bixwe. Rexmî vê jî xwarinên bibahar didinê. Ji ber heftê tenê dikare 3 caran xwarin bixwe. 25 roj in di qarantînayê de tê girtin. Bêhal e, tansiyona wê dikeve û timik hişê wê diçe, nikare li ser piya bisekine, zêde dicemide, xewa wê nayê, xwar difirin pozê wê. Pêwistiyên wê hevalên li cem wê dibersivînin.