KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn 2021-11-06 16:14:59   ŞIRNEX - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, li navçeya Elkê di merasîma lihevanîna du malbatan de axivî û bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Divê em bibin yek û aştiyê di nava xwe de bi rêxistin bikin."   Li gundê Pîrosa yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê 3 sal berê di navbera malbatên Yîgît ên xizmên hev de şer derketibû. Dijminahiya ku 3 sal in nedihat bidawîkirin bi xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dawî bû û malbat li hev hatin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê , Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad beşdarî merasîma lihevanîna malbatan bûn.   Merasîma lihevanînê li qada gund hat lidarxistin. Merasîmê bi duayan destpêkir. Piştre parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş, bal kişand li ser girîngiya aşitiyê û wiha axivî:" Em divê nexweşiyên di navbera me de vegerîn xweşiyê. Em divê li gundên xwe bajarên xwe û navçeyên xwe de bi tifaq bin. Ji ber ku em dizanin ku heger di gundan de, di navbera malbatên me de nexweşî hebe, em ê hemû hêza bi van nexweşiyên wenda bikin. Em baş dizanin ku pirsgirîkên navxweyî her tim ji me re bûne asteng. Ev bêtifaqbûn ji azadî, aşitî û wzadiya me re bûne asteng. Ji ber wê jî dijminên me her tim nexweşiyên me vekolandine û birînên me kur kirine. Lê di îro de partiya me heye. Em bi rêxistin bûn û ne tifaqiya xwe ava kiriye. Pirsgirîk di nava xwe de em ê bi aşitî û edlane pêk bînin û hedefên xwe mezintir bikin. Barê me hemûyan girane. Divê em mil bidin hev û pirsgirîka Kurd jî bi hevre çareser bikin."   'BI AŞITIYEKE MAYÎNDE...'   Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz jî anî ziman ku hêza kurdan a çareserkirina pirsgirêkênnavxweyî heye û wiha got:" Îro herî zêde dixwazin ku nakokî, şer û pêvçûn di navbera gelê Kurd de biqewimin. Ji ber vê sekna we û feraseta we pîroz dikim. Bila ev aşitiye ji hemû Kurd û Kurdistanê re bibe mînak. Hêzên derve û yên navxweyî her tim bi êrîş û polîtîkayên xwe xwestine ku deskeftiyên Kurd nebin. Ew kesên ku dixwazin di navbera me nakokiyan zêde bikin bila li vir binêrin. Kesên ku îro dixwazin gelê Kurd her tim di bin aloziyê de bin wê negihijin armanca xwe. Gelê me girêdahî azadî û bîrdoziya xwe ye. Em dibêjin ku bila careke din bûyerên bi vî rengî nava me de çênebin. Gelê Kurd bi sedan bedel dane heta ku îro hatine. Ji ber wê jî Kurd îro li çar perçeyan Kurdistanê xwedî maf û deskeftiyên mezinin. Ji ber vê ji bo vê bernameya wa ya aşitiyê jî spas dikin. Îro gelê Kurd di her hêlê de xwedî hêzin. Bi aşitiyeke mayin de em ê bi serbikevin."   'LI TEVÎ HEMÛ KOMKUJIYAN OCALAN DİBÊJE AŞITÎ'   Di dawiyê de jî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî qala wate û girîngiya tifaqa kurdan kir û ev tişt anî ziman:" Şer, hilweşandin û tunekirin tişteke gelek hêsane. Lê pêkanîna aşitiyê zehmete. Biryara pêkanîna aşitiyê dayin qasî wê zehmete. Dilên malbatên me êşiyane. Lê dilê me bi hevre êşiyaye. Herdû malbatên me jî biryareke cih de girt. Ev helwesta herdû malbatên me ji hemû Kurdistanê re mînake. Dijminên gelê Kurd pirin.Li çar perçeyên Kurdistanê sedsalane ji bo ku deskeftiyên gelê Kurd tune bikin, her êrîşeke qîrêj kirine. Em dijminên xwe dizanîn. Ji ber wê jî divê em hevdû neşkînîn û tifaq bin. Weke her gelekî divê em jî pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi riya diyalogê çareser bikin. Li Kurdistanê bûyer gelek zêde diqewimin. Sedemê van bûyeran dijminê me ye. Dî îro Kurd hemû bûne yek û bi hevre têkoşîn dide. Bi xwînê xwîn nayê şûştin. Dewleta Tirk ji dîrokê heta roja îro gelek komkujî kirin. Lê li tevî van komkujiyan jî birêz Ocalan dibêje werin em bi hevre bi aşitiyê çareser bikin. Rê û rêbazê çareserkirina pirsgirîke ev e. Divê em vê felsefeyê ji xwe re esas bigirin. Em weke KCD'ê spasiya xwe dikin û dibêjin ku tişta herî bi rûmet aşitiye."   Piştî axaftinan her du endamên malbatê bi destê hev girtin dawî li dijminatiya xwe anîn.    Merasîm bi xwarina aştiyê bi dawî bû.