ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-07 09:00:03   * Ji 768 hiqûqnasên ku xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocakan bi dawî bibe Parêzer Nagehan Avçîl, diyar kir ku cezayê "gerandina pêgermokê" nîşan dide ku pergal nemaye.    * Li Basanê, li her saziyeke dewletê xizmekî/e Şaredarê AKP'î yê Basanê Bahattîn Aktûg heye. 11 xizmên Aktûg li van saziyan bi nelirêtiyê tên yadkirin.   * Hevserokên DBP û HDP'ê yên Wanê bertek nîşanê Tirkiyeyê dan ku di operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe de çekên kîmyewî bi kar tîne û diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê dijmirovahiyê ye.   * Dayika Xafê ya 85 salî ku bi kilambêjiya xwe tê naskirin, ew kilamên ku berê li şînan û li ser goran digotin, niha li mala xwe ya bi tena serê xwe lê dimîne xwe bi xwe dibêje.    * Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed anî ziman ku piştî ku Tirkiyeyê Efrînê dagir kiriye sûcên li hemberî jinan êdî bûne sûcine rojane. Nayele, destnîşan kir ku Efrîn bajarekî jina bû û got: "Bihuşt bû ji bo jina. Piştî dagirkirine bu dojeha jina."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 244’emîn de dê berdewam bike.    * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li Qada Şaredariya Kevin a Tekîrdagê bi beşdariya Hevseroka xwe ya Giştî Pervîn Bûldan mîtînga “Banga Demokrasiyê” li dar bixe. (10:00)    * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, wê merasîma xelatdayînê ya pêşbirka “Li dijî tiryak û destdirêjiyê em di hunerê de li hev dicivin” li Êlihê li eywaneke dawetê bi beşdariya hunermend Xecê pêk bîne. (13.00)   * TJA û Şaxa OHD’ê ya Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn wê li Baroya Rihayê “Panela Têkoşîna li dijî Sûcên Zayendî ya ber bi 25’ê Mijdarê ve” li dar bixin. (13.30)    * HDP wê li navçeya Cizîrê Melayê Cizîrî bi bernameyekê bîr bîne. (14.00)