Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye 2021-11-07 09:01:22   STENBOL - Ji 768 hiqûqnasên ku xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocakan bi dawî bibe Parêzer Nagehan Avçîl, diyar kir ku cezayê "gerandina pêgermokê" nîşan dide ku pergal nemaye.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F'ya Îmraliyê bênavber tê tecrîdkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi salan bi hincetên wekî "rewşa hewayê" an jî "keştî xirabe ye" hatin astengkirin. Piştî hewldana eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî bi hinceta "Nexşerê"yê ya wekî pêveka parastinê ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hatibû şandin û hin cezayên dîsîplînê hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn astengkirin. Herî dawî jî derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta ku di dema sporê de "volta avêtiye" 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn.    Li gel vê hewldanên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan jî didomin. Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan herî dawî serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) jî li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. 768 hiqûqnas û parêzer îmze danîbûn bin vê kampanyayê.    Yek ji îmzevanên kampanyayê endama OHD'ê Parêzer Nagehan Avçîl, tecrîda li Îmraliyê nirxand.    PERGALA ÎNFAZÊ YA ÎMRALIYÊ   Avçîl, destnîşan kir ku tu hevtayên tecrîda li Ocalan tune ne û li Tirkiyeyê du pergalên cuda yên înfazê li dar in. Avçîl, diyar kir ku yek ji vana li hemberî Ocalan û ya din jî li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn. Avçîl ji bo vê astengî û qedexeyên li ber hevdîtina bi malbatan û parêzeran re wekî mînak nîşan da û destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu îzahiyatek van astengiyan tune ye.    Avçîl, bibîr xist ku hevdîtin bi hincetên cuda tên astengkirin û got: "Di warê hiqûqî de ravekirina vê tune ye. Tu cezayekî dîsîplînê ne asteng e li ber hevdîtina bi parêzeran re, ceza çi qasî giran dibe bila bibe. Lê ev yek li Îmraliyê tê eciqandin. A rast ev jî mînakeke aşkere ye ku bê li Îmraliyê polîtîkayeke çawa tê pêkanîn. Her wiha ev yek nîşan dide ku tecrîd ceribandinek û projeyek e."    KAMPANYAYA ÎMZEYAN   Avçîl, bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a ji bo bidawîbûna tecrîdê û esasgirtina hiqûqa neteweyî û navneteweyî û destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêka hemû rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan e.    BERTEKA CIVAKÎ   Avçîl, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn û got: "Heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, dê tecrîda li girtîgehên din jî bi dawî nebe."    Avçîl, bilêv kir ku ger civak bertek nîşan nede dê tecrîd berbelavtir bibe û got: "Tecrîd, pirsgirêkeke civakî ye. BErtek jî divê civakî û daîmî be."    Avçîl ji bo cezayê dîsîplînê yê ji ber "Nexşerê" ya ku ji DMME'yê re hat şandin hatiye birîn jî destnîşan kir ku binpêkirina mafê parastinê ye û tu hêleke hiqûqî ya vî cezayî tune ye.    BÊPERTAVBÛNA PERGALÊ   Avçîl, bal kişand ser serlêdanên parêzeran ên her hefte ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Ocalan re û destnîşan kir ku hevdîtin ne girêdayî destûra tu cihî ne jî û got: "Lê li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke pir cuda tê pêkanîn. Pergala înfazê ya li vira ji yên girtîgehên din pir cudatir in."   Avçîl, bertek nîşanî cezayê dîsîplînê yê bi hinceta "gerandina pêgermokê" û got: "Ev ceza ne hiqûqî ye, di warê mantiqî de jî tu ravekirinek wê tune ye. Ev tê wateya ku êdî pergal xwe qedandiye."    Avçîl, bilêv kir ku pergal bi vî cezayê tu îzahiyatek wê tune ye bi aqil û kodên civakê dilîze û got: "Sibê dê sedemine din jî nîşan bidin. Ev proje, tecrîd, nîşan dide ku bê pergalê xwe çawa qedandiye."    Avçîl, destnîşan kir ku tu hiqûqa navneteweyî de jî tu îzahiyatek vî cezayî tune ye.    ASTENGIYA LI BER AŞTIYA CIVAKÎ   Avçîl, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li ber aştiya civakî jî astengek mezin e û got: "Heya tecrîd bidome, dê weke astengek be li ber peymana civakî û aştiya civakî. Kesên bawerî bi aştiyê anîne divê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Gava ev bêhiqûqîtî û tecrîd bi dawî bibe dê aramî çêbibe."    MA / Mehmet Aslan