Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye! 2021-11-07 09:03:22   ŞIRNEX - Li navçeya Basayê, li her saziyeke dewletê xizmekî/e Şaredarê AKP'î yê Basanê Bahattîn Aktûg heye. 11 xizmên Aktûg li van saziyan bi nelirêtiyê tên yadkirin.    Zarok û neviyên Şaredarê AKP'î yê Basaya Şirnexê Bahattîn Aktûg, di gelek daîreyên dewletê û şaredariyê de ne. Ji Midûriyeta Perwerdehiyê, Meclîsa Şaredariyê heya bi nexweşxane û dibistanê leylî, xizmên Aktûg hene.    ÎHALE HEMÛ YÊN ZAROKÊN WÎ NE   Aktûg, berî ku bibe şaredar 8 salan bi awayekî çalak cerdevantî kir. Aktûg, heya hilbijartinên herêmî yên 30'yê Adara 2014'an ji partiyên cuda şaredartî û sercerdevantî kir. Di sala 2014'an de ji AKP'ê bû namzetê şaredariyê û paşê bû şaredar. Piştî bû şaredar xizmên wî jî di saziyên dewletê de dest bi kar kirin. Zarokên wî jî hem îhaleyên navçeyê girtin hem jî di saziyên dewletê de di qedemeyên girîng de cih girtin.    Welatiyên ku ji ber vê yekê nerihet in, anîn ziman ku li Basayê bêyî zarokên Aktûg Selahattîn û Mehmet Altûg nikarin bizmarekî jî bikutin. Welatiyan diuar kir ku Selahattîn Aktûgê muteahîd û endamê AKP'î yê Meclîsa Şaredariyê, li bajêr ji îhaleya serwîsên xwendekaran, îhaleya xwarinê ya YÎBO'yê bigire heya îhaleya mazota eskeriyeyê gelek îhale girtine.    LI SER NAVÊ HIN KESÊN DIN DIGIRIN   Welatiyan anîn ziman ku malbata Aktûg ji bo ku kes nizanibe ew îhaleyan digirin, bi navê hin kesên din tevli îhaleyan dibin û kampanya darçandiniyê Wezareta Çandinî û Daristanê jî wan wergirtiye, lê belê dar nayên çandin û malbata Aktûg û keyayan li hev kiriye û wekî dar tên çandin nîşan didin.    LI HER SAZIYEKÊ ALTÛGEK   Zarok û neviyên Aktûg jî di nav de 11 xizmên wî di saziyên dewletê de yan midûr in an jî di qedemeyên payebilind de ne.    Xizmên wî yên di daîreyên dewletê de ev in:    * Kurê wî Ahmet Aktûg MIdûrê Perwredehiya Neteweyî ya Basanê ye.    * Kurê wî Mehmet Aktûg sercerdevan e.    * Kurê wî yê parêzer Bîlal Aktûg, endamê Meclîsa Şaredariyê ya Basanê ye ku bi kontejana bavê xwe bûye endam.   * Keça wî Kûmrû Aktûg Midûra Navenda Perwerdehiyê ya Gel e.   * Keça wî Murşîde Aktûg Midûra Nexweşxaneya Dewletê ya Basanê ye.    * Bûka wî Lale Altûg Cîgira Midûriu-yeta DIbistana Leylî (YÎBO) a Basanê ye.    * Neviya wî Seçîl Altûg cîgira Midûriyeta Dibistana Seretayî ya Navendê ye.    * Zavayê wî Ayhan Aktûg ku demekê li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê dixebitî û di ber re jî midûrê YÎBO'yê bû, niha Midûrê Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya Basanê ye.    * Biraziya wî Emîne AKtûg Malmidra Basanê ye.    * Zavayê wî Zekî Okyar Midûrê Nivîsgeha Şaredariya Basanê ye.    * Xalê wî Aydin Şen, Midûrê Xizmetên Darayî ya Şaredariya Basanê ye.