Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye 2021-11-07 09:05:42   WAN - Hevserokên DBP û HDP'ê yên Wanê bertek nîşanê Tirkiyeyê dan ku di operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe de çekên kîmyewî bi kar tîne û diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê dijmirovahiyê ye.   Operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê yên di 23'yê Nîsanê de li Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Hat diyarkirin ku li qadên wekî Zap, Avaşîn û Metînayê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji ber vê gelek rêxistin, sazî, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar bang li saziyên navneteweyîtên têkildar kirin ku li herêmê lêkolînan bikin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Çetîn Ûyar û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  ê Wanê Fîkret Dogan, şerê tê kirin û bikaranîna çekên kîmyewî nirxandin.    SÛCÊ DIJMIROVAHIYÊ   Hevserokê DBP'a Wanê Çetîn Ûyar, diyar kir ku AKP ji bo gelên Tirkiyeyê bixapîne operasyona Garê daye destpêkirin, lê belê AKP bi awayekî dijwar têk şikiyaye. Ûyar, destnîşan kir ku di operasyonên Tirkiyeyê de çekên kîmyewî tên bikaranîn û ev sûcekî dijmirovahiyê ye û got: "Hê jî operasyonên Tirkiyeyê yên li Başûr didomin. Em dibînin ku Tirkiye di van operasyonan de hîn bêtir çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev çek hem zirareke mezin didin mirovan hem jî didin xwezayê. Em kurd çekên kîmyewî qebûl nakin, divê cîhan jî qebûl neke. Helwesta Mesûr û Nêrçirvan Barzanî şer gurtir dikin. Eşkere ye ku gelê kurd ne di etra wan de ye."    POLÎTÎKAYÊN ŞER   Ûyar, anî ziman ku AKP-MHP ne ji bo bekaya Tirkiyeyê ji bo bekaya xwe operasyonên eskerî li dar dixin û bi van operasyonan dixwazen hebûn axw ebidomînin. Ûyar destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi hilbijartinê heye û Erdogan dixwaze xwe bi netewperestiyê bide der û lewma polîtîkayên şer dimeşîne. Ûyar got: "AKP, ji bo ji polîtîkaya şer encamekê bi dest bixe, çekên kîmyewî bi kar tîne. Niha 80 milyon mirovên Tirkiyeyê di warê aborî d ezehmetiyê dikişînin, lê Erdogan hê jî di şer de israr dike. Ê di şer d egava kurd bin, çekên kîmyewî bi kar tîne."   Ûyar, bilêv kir ku polîtîkayên şerî yên tên meşandin girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û PDK jî dixwaze polîtîkaya tecrîdê bidome. Ûyar, destnîşan kir ku di polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê kurd de tiliya PDK'ê jî heye û got: "Gelê kurd ji bo avakirina Herêma Kurdistana Federe bedêlên giran dan, lê PDK rabibe li gel AKP'ê tevdigere. Divê her kes baş zanibe ku ji ev şer bi dawî bibe, muxatab Birêz Ocalan e. Û divê her kes zanibe ku dê bi şer û çekên kîmyewî nikaribin kurdan bitepisînin."    Hevserokê HDP'a Bajêr Fîkret Dogan jî anî ziman ku partiya wan ji tezkereya şer re gotiye na û HDP bi paradîgmaya xwe li dijî şer e û niha tekane argumana ku di destê hikûmetê de maye j şer e. Dogan got: "Gava em li hêla aborî ya vî şerî mêze dikin, em dibînin ku budçeyeke 10 qatê ya Tirkiyeyê hatiye xerckirin. Her tişt ji dest mirovan hatiye stendin û Tirkiye ber bi çiraveke pir mezin ve diçe."    WELAT HILDIWEŞE   Dogan bilêv kir ku operasyonên derveyî sînor welêt ber bi hilweşandinekê ve dibin û got:Ş "Gelên vî welatîdîtin ku fêdeya şer ji tu kesî re tune ye. Em li dijî hemû şeran û kedxwariyê ne. Çareseriya bi dawîbûna vî şerî diyar e. Ev welat pêvajoya aştiyê dît û em hemû jî şahidê wê ne. Dewlet gava ev yek bi awayekî fermî kir jî muxatabê wê diyar kiribû. Bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê re dixwazin şer jî kûrtir bikin. Heya tecrîda li ser Ocalan ranebe, dê en ev şer ne jî ev hilweşandin neqedin."