Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin 2021-11-07 10:20:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El-Kazimî hat kirin.    Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El-Kazimî hat kirin. Ji tîma parastina Kazimî yê ji êrişî bi saxî xelas bû, 6 kes birîndar bûn. Tora Medya Ewlehiyê ku girêdayî hikumeta Iraqê ye derbarê mijarê de daxuyanik da û diyar kir ku bi droneke bombebarkirî êrişî mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê hatiye kirin. Torê ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Kazimî baş e.    Kazimî jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Ez baş im û li cem malbata xwe me. Ez bang li herkesê dikim ku aram bin.”   Heta niha tu kesê berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.