Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir 2021-11-07 11:41:49   AMED - Baroya Amede ji bo parastina mafê parastina zimanê dayikê di bin banê MED-DER’ê de ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin.    Qada darazê jî yek ji wan qada ye ku  helwesta dewletê ya “tune hesibandinê” ya li dijî kurdî dipejirîne. Di sala 2012’an de piştî greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate rakirin û daxwazeke din jî ya mafê parastina bi zimanê dayikê hate dayîn. Pişt re di 24’ê Çileya 2013’yan de bi qanûna hejmara 6411’an “mafê parastina zimanê dayikê” hat qebûlkirin. Lê bele xwestina heqê wergêrvanan a ji bersûcan, wergêrvaniya katîp û mubaşîran ji bo bikaranîna vî mafî bû pirsgirêk.    Ji ber vê yekê Baroya Amedê ket nava tevgerê, ji bo parêzerên baroyê pirsgirêkên wergerê yên muwekîlên xwe yên dixwazin li dadgehan bi parastina zimanê dayikê bikin, kêm bikin serî li Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dan. Piştî serlêdan bi erênî hat bersivandin, di bin banê komeleyê de poleke taybet hat vekirin û ji qûrsê re eleqeyeke mezin hat nîşan dan.   Derbarê mijarê de em bi Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî re axivîn. Ronî diyar kir ku armanca wan a bingehîn hînkirin û pêşvebirina zimanê kurdî ye.    JI PARÊZERAN RE POLA TAYBET   Ronî, dazanîn ku li dadgehan di mijara parastina zimanê dayikê de hin pirsgirêk diqewimin û wiha got: “Parêzer ji bo pirsgirêkên muwekîlên xwe çareser bikin, bi wan re diyalogeke baştir bikin û xwe baştir îfade bikin, berê xwe dan hînbûna kurdî.” Ronî, têkildarî wergirtina heqê wergêrê ya wergêrvanan jî wiha axivî: “Ev nîşaneya netehamulkirina kurdî ye. Pêkanîneke wisa li tu welatên demokratîk nîne. Ev nayê qebûlkirin û biryareke siyasî ye.”   DIVÊ SAZIYÊN SIVÎL HESTIYAR BIN   Ronî, xwest ku weke Baroya Amedê, sazî û rêxistinên sivîl ên civakî yên din jî ku weke pirsgirêkên gel guhdar dikin, ji bo ku pirsgirêkên gel baştir fêm bikin, hestiyar bin û hînî kurdî bibin. Ronî, dazanîn ku armanç dikin di rojên pêş de li Amed û navçeyên wê qûrsên weke vê vekin. Ronî, bi lêv kir ku ji bo hînbûna kurdî eleqeyeke mezin heye û wiha berdewam kir: “Niha li avahiya me ji bo dersa rûbirû weke 10 pol em perwerdehiya kurdî didin. Dîsa 10 jê kirmançkî, 40 jê kurmancî em li 50 polan di asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn de weke online ders didin. Bi awayekî online em nêzî hezar kesan perwerde dikin.”   ‘ZIMAN BINGEHA NETEWEKÊ YE’   Ronî, destnîşan kir ku ziman bingeha netewekê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê êdî kurdiya bi deh milyonan mirov diaxivin bibe xwedî statuyek. Divê ji dibistana destpêkê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê ji 7 salî heta 70’ê salî herkes li zimanê xwe xwedî derkeve û siyasetmedarên kurd siyaseteke bi bandor bimeşînin.”   MA / Mehmet Guleş