Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin 2021-11-07 12:03:22   MÛŞ - Derbarê 19 girtiyên jin ên di sala 2017’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatibûn derbkirin de doz hat vekirin. Pirtûka “Di 101 Pirsan de Xweseriya Demokratîk” jî weke sûc xistin îdianameyê de.    Gardiyanan li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê di 17’ê Sibata 2017’an de bi ser odeya girtiyên jin de girtibûn. Di serdegirtina ku esker jî tevlîbûyî de di encama niqaşan de Ayten Beçet a li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê dawî li jiyana xwe anî jî di nav de gelek jin birîndar bûbûn. Pişt re gardiyanan giliyê 19 jinên ku wan lê dabûn kiribûn. Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Mûşê ve hat qebûlkirin de, girtî bi îdiayên “Tiştên qedexe xistine girtîgehê” û “Ji bo ku peywîrê nedin kirin li ber xwe dane” tên sûcdarkirin.    PIRTÛK JÎ WEKE SÛC HAT HESIBANDIN   Di îdianameyê de pirtûka “Di 101 Pirsan de Xweseriya Demokratîk (101 Soruda Demokratîk Ozerklik)” jî weke sûc hat nîşandan.