Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin 2021-11-07 13:36:40   AMED - Diz ketin mala nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de bi êrişeke çekdarî li Amedê hat qetilkirin.    Diz ketin mala nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de bi êrişeke çekdarî li Amedê hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku saet di 04.00’an de diz ketina mala Akdemîr a li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûra Amedê û derî, demirên li ber paceyan û muslixên mala ku kes lê namîne hatine dizîn.    Piştî agahdarkirin kesên li derdorê polîs hatin cihê bûyerê. Şêniyên taxê diyar kirin ku heman dizî di rojên berê de jî pêk hatiye.