Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin 2021-11-07 13:54:40   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Komkujiya we li Pirsûsê kir; hûn dikarin bi cihê hûn lê, di bin siya desthilatê de taloq bikin lê hûn qet nikarin serê wê bigirin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 244’emîn de didome. Malbatê ji ber dawiya heftê ye çalakî li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Komkujiya we li Pirsûsê kir; hûn dikarin bi cihê hûn lê, di bin siya desthilatê de taloq bikin lê hûn qet nikarin serê wê bigirin.”