Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir 2021-11-07 14:18:45   TEKÎRDAG - Mîtînga HDP'ê ya "Banga Demokrasiyê" ya li Tekîrdagê tevî hemû astengiyan jî bi coşeke mezin destpê kir. Welatiyên ku berê xwe dan cihê mîtîngê, bi stranên tên lêxistin govend digerînin.    Mîtînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Şaredariyê ya Kevn a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan bi dirûşmeya “Banga Demokrasiyê” li dar dixe dest pê kir. Qada mitîngê û rê û xaçerêyên derdorê bi alên partiyê hatin xemilandin. Ji bilî Stenbol û Tekîrdagê ji Edîrneyê jî gelek kes bi otobûs û wesayîtan bi konvoyê beşdarî mîtîngê bûn.    Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen, Erdal Aydemîr, Dilşad Kaya, Abdûllah Koç, Hasan Ozgûneş, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, endamên Meclîsa HDP’ê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) beşdarî mîtîgê bûn.    LIGEL ASTENGKIRINÊ JÎ GOVEND GERANDIN   Cendermeyên ku barîkat danîn qada mîtîngê welatiyên ku hatin cihê bûyerê di Komkirina Agahiyên Giştî (GBT) de derbas kirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) yê HDP’ê Ferhat Encu yê li qadê ji cendermeyan xwest ku biryara dadgehê ya derbarê pêkanîna GBT’ê de nîşan bide û wiha got: “Ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye. Tevî têkildarî vê pêkanînê tu biryar di destê we de nînin jî hûn bi awayekî keyfî pêk tînin. Bi vê rêbazê hûn hewl didin welatiyên me beşdarî mîtîngê nebin. Hûn çima di mîtînga AKP’ê de vê tiştê nakin. Hûn bi temamî polîtîkayên jêvegerandinê pêk tînin.”   Balkêş e ku li ser berteka Encu cendermeyan got wê biryareke “nû” bidin derxistin. Tevî astengiyan jî welatiyan ligel stranên tên lêxistin govend digerînin.