Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da 2021-11-07 16:05:15   ÊLIH - Siyasetmedarê kurd Serdar Atalay, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Parêzer Serdar Atalay (40) ku di navbera salên 2012 û 2014’an de Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê kiribû, jiyana xwe ji dest da. Atalayê ku di encama derbaskirina qeyrana dil a di Çileya 2019’an de pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dest pê kirin, piştî ku li mala xwe ya lê dihat dermankirin ji ser hişê xwe çû duh rakirin nexweşxaneyê. Atalay ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Atalay ji bo ku were veşartin anîn Goristana Taxa Korik. Cenaze bi merasîmeke ku Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokên HDP’ê yên Êlihê Omer Kûlpî û Fatma Ablay û rêveberên partiyê tevlîbûn, hat veşartin.