Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide 2021-11-07 16:50:41   MÊRDÎN - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, bertek nîşanî sûckirina peyva Kurdistanê da û wiha got: “Bila herkes bizanibe ku navê erdnigariya ku kurd lê dijîn Kurdistan e.” Temel, bang li Tirkiyeyê jî kir ku têkildarî çekên kîmyewî ku bikartîne, daxuyaniyekê bide.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê ye” de li Mêrdînê civîna gel li dar xist. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û welatî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku li eywana konferansa avahiya HDP’ê ya bajar de hat lidarxistin de, piştî Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Perîhan Agaoglu Temel axivî.    Temel, diyar kir ku êrişên dagirkirinê yên li ser kurdan didomin û wiha got: “Îro jî dagirkeriya li ser Kurdistanê didome. Polîtîkaya tunekirinê dewam dike. Înkara li ser her tiştî ya li ser kurdan dewam dike. Hikumeta AKP’ê û MHP'ê hewl dide sîstemeke li ser faşîzmê ava bike û herêmê weke pêkanîna polîtîkayên xwe hilbijartiye. Dixwaze tevgera azadiyê ya kurdan tasfiye bike. Armanc dike ku kurdan îmha û înkar bike. Dixwaze nasnameya netewî ya kurdan li çar parçeyên Kurdistanê asteng bike.”   ‘BI AKP’Ê ÇARESERÎ NABE’   Temel, bi lêv kir ku faşîzm bi hilbijartinê bi dawî nabe û anî ziman ku faşîzm tenê bi tekoşînê dikare têk biçe. Temel, dazanîn ku polîtîkayên niha tên birêvebirin polîtîkayên dewletê ne û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hebûna AKP û MHP'ê li ser bêrêzî û tunehesibandina kurdan ava bûye. Em di serê xwe de zelal bin; bi AKP'ê re çareserî nabe. AKP û MHP li ser dijminatiya kurdan dostaniyê ava dikin.”   NIQAŞA KURDISTANÊ    Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, bertek nîşanî sûckirina peyva Kurdistanê ya rojên dawî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila herkes bizanibe ku navê erdnigariya ku kurd lê dijîn Kurdistan e. Em ji bo ku Kurdistan û kurd bibin xwedî statü têdikoşin. Di vê mijarê de polîtîkaya HDP’ê zelal e. Ji bo kurd û Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî. Heke Tirkiye demokratîk nebe wê faşîzm bidome û dijminatiya li dijî kurdan weke niha bidome.”   ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE   Temel, bal kişand ser operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin û têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê wiha got: “Divê PDK û rêveberiya Barzanî armancên xwe bi xwe zelal bikin. Dijminatiya li Tevgera Azadiyê ya Kurd dijminatiya li têkoşîna gelê kurd e. Dijminatiya li tevgera ku doza kurd diparêze, dijminatiya li destkeftiyên kurdan e. Girtina deriyên Rojava dijminahiya li statuya kurdan e. Niha îdîayên çekên kîmyewî hene. Hûn dizanin, dîktatoriya Saddam ji ber bikaranîna çekên kîmyewî hate hilweşandin. Em îro li îdîayeke giran a li dijî şoreşgerên kurd, li hemberî erdnîgariya Kurdistanê dinêrin; çekên kîmyewî tên bikaranîn. Hikûmeta Kurdistanê rê nade ku kesek bixwaze lêpirsînê bike ku vê îdîayê îspat bike. Em ji vir bangekê dikin. Em bang li hikûmeta Kurdistanê, PDK’ê dikin ku têkildarî van îdîayan daxuyaniyeke fermî bidin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku van îdîayan lêkolîn bikin. Pêwîste van îdîayan zelal bikin. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî dikin. Divê ji bo van îdîayan daxuyaniyek bide raya giştî. Ji ber ku ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wê tu carî neyê jibîrkirin.”