HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî 2021-11-07 17:47:14   ŞIRNEX - HDP'ê di salvegera mirina helbestvan û wêjekar Melayê Cizîrî de ew li navçeya Cizîrê bi bîr anî.    Komîsyona Baweriyan û Komîsyona Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Cizîra Şirnexê yek ji pêşengên wêjeya kurdî helbestvan û wêjekar Melayê Cizîrî bi serenavê "Jînenîgarî û Helbest" bi bîr anî.   Parlementerên HDP'ê Hasan Ozgûneş, Nuran Îmîr, nivîskar Azad Zal, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gûlmez, mela Abdûlazîz Bîlgîn, Dengbêj Hecî Ehmedê Şilyanî, Silêmanê Sofî, Komeleya Nîvîskarên Mezopotamyayê, melayên Cizîrê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bername bi deqîqeyek rezgirtinê destpêkir.   'MELAYÊ CIZÎRÎ MIFTEYA YÊKITIYA NETEWÎ YE'   Piştî rêzgirtinê nivîskar Azad Zal axivî. Zal, bal kişand li ser jiyana Melayê Cizîrî û wiha axivî: "Melayê Cizîrî kengî wefat kiriye tam nayê zanîn. Lê hin çavkanî hene ku dibêjin ku di 75 saliya xwe de wefat kiriye. Divê em ji bîrdoziya Melayê Cizîrî û çavkaniyên ku li pey xwe hiştiye sûd werbigirin. Mifteya fikrên me Melayê Cizîrî ye. Ji bo farisan hafiz çi be û ji bo ereban yeîz çibe, ji bo me kurdan jî Melayê Cizîrî ew e. Dema em li dîrokê dinêrin du çavkanî hene ku em ji xwe re esas digirin. Yek ji wan Quran e ya din jî helbest e. Dîwana Hafiz Quran e. Ji bo me dîwana Melayê Cizîrî jî Qurane. Dema ku ez vê dibêjim, ne di wateya olî de dibêjim. Mebesta min di wateya pêşengiyê de ye. Melayê Cizîrî mifteya yekitiya me ya neteweyî ye."   Piştî axaftinê, Cîgera Partiya PÎA'yê ya giştî Menîce Gûlmez û mela Abdûlazîz Bîlgîn helbestên Melayê Cizîrê yên bi navê,"Îro ji remza demdûre, Ellah sehergeha ezel" xwendin.   Bername bi klamên Dengbêj Hecî Ehmedê Şilyanî û Silêmanê Sofî bi dawî bû.