Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat 2021-11-07 22:41:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregeha artêşa Tirk a Beşîka ya li nêzî Mûsilê bi roketan êriş pêk hat. Tê gotin tu ziyan nebûye.   Rêveberê Nehya Başîka Zenûn Yusif ji RojNews’ê re diyar kir ku di seat 20.40’an de bi 5 heta 7 roketan li aliyê Mûsilê ve li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê êriş pêk hat.   Rêveberê Nehya Başîka Zenûn Yusif ev agahî dan: “Ew baregeha leşkerî di navbera Beşîka û Zêlkan de ye. Lê roket li deştê ketine û heta niha ti ziyana madî û giyanî nîne.”