ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-08 09:00:04 * Operasyonên li Avaşîn, Metîna û Zapê ku bi hezaran leşker, balafir, çekên giran û gazên kîmyewî hatin bikaranîn, 200 roj in berdewam dikin. Rojnamevan Denîz Aydin diyar kir ku encamên operasyonê wê bandorê li Rojhilata Navîn bike, rojnamevan Erdogan Altan jî got: "Kevirên wan ji ser hev dikevin." * Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye li herêmên wek Efrînê dizî û talanê pêk tîne û demografiya herêmê diguherîne û ew sînyalên ku wê serweriya Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bibe distînin.    * Mehmet Şerîf Kaya ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D girtî ye, di 1'ê Mijdarê de di pêwendiyeke telefonî de ya bi malbata xwe re diyar kiribû ku wê sewq bikin. Malbata wî piştî 6 rojan cihê sewqa wî hîn bû.    * Newala di gundê Çakalê yê navenda Semsûrê de derbas dibe hem nexweşiyê belav dike û hem jî bêhna gemarê dide hawirdorê.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 245'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Rûniştina 6'emîn a Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir wê li navenda Çewligê li Pasaja Gel civîna gel li dar bixin. (11.00)   * Rêxistinên ciwanan, ji bo damezrandina Desteya Hindekariya Bilind (YOK) protesto bikin dê li ber Zanîngeha Stenbolê bicivin. (15.00)