Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin 2021-11-08 09:01:38 SEMSÛR - Newala di gundê Çakalê yê navenda Semsûrê de derbas dibe hem nexweşiyê belav dike û hem jî bêhna gemarê dide hawirdorê. Gundê Çakalê bi ser navenda Semsûrê ve ye û 11 kîlometre dûrî bajêr e. Newalek kanalîzasyonê di nav gund de derbas dibe û ev newal hem bêhnê li derdorê belav dike û hem jî nexweşînê belav dike. Tevî hemû gilîkirina gundiyan jî çareyek ji vê newalê re nehatiye dîtin. Gundiyan diyar kir ku tevî ku wan daxwaznameyan daye cihê pêwendîdar jî kes li halê wan napirse û di her hilbijartinê de soza çêkirina vê newalê tê dayîn jî soz bicih nayê.    NEWALA ZAROKATIYA WÎ BÊHNÊ BELAV DIKE    Kamîl Bozkurt dibêje ku zarokatiya wan di vê newalê de derbas bûye lê niha 10 sal in ji bêhnê nikarin nêzî newalê bibin û ev newal dibe sedema nexweşîna gundiyan. Bozkurt got carna ew neçarin bikevin newalê. Bozkurt xwest ku rayedar werin çareyek ji newalê re bibînin.    NIKARIN NÊZÎ NEWALÊ BIBIN    Huseyîn Adak ku mala wî li ber newalê ye destnîşan kir ku ew ji ber bêhna ji newalê tê nikarin li malê rûnin û ew newala ku di dema zarokatiya xwe avê jê vedixwarin niha mîkrop jê belav dibe.    Saît Huseyîn Adak jî got ew ji ber bêhna genî nikarin nêzî newalê bibin û ew nikarin derî û şibakeyên xwe vekin û ava vê newalê diçe ser Bendava Ataturkê.    MA / Emrullah Acar