Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe 2021-11-08 09:01:39 ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye li herêmên wek Efrînê dizî û talanê pêk tîne û demografiya herêmê diguherîne û ew sînyalên ku wê serweriya Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bibe distînin.  Di hevdîtinên Komîsyona Plan û Budçeya Meclîsê de di budçeya Wezareta Karên Derve de Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivîbû û behsa dagirkeriya li Efrînê kiribû. Di kêliya axaftina Koçyîgît de parlamenterên AKP-MHP’ê mudaxile kirin û axaftina wê birîn. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û parlamenterên AKP-MHP’ê Koçyîgît û parlamenterên din ên HDP’ê kirin hedef.    Koçyîgît da zanîn ku wê di hevdîtinên komîsyonê de heqîqetê têkildarî dagirkeriya li Efrînê aniye ziman û got: “Vê heqîqetê ne me afirandiye, wan wir dagir kiriye. Çimkî li gorî lîteraturê jî navê tiştên li Efrînê tê kirin dagirkerî ye. Di lîteratura navnetewî de jî navê vê dagirkerî ye.”    ‘WÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYA WAN WERE’    Koçyîgît destnîşan kir ku rewşa li Efrîn, Idlib, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê diqewime, dagirkeriyê jî bihûrtiye û wiha got: “Îro bertek nîşanî dagirkeriyê didin, lê belê gavek pişt re wê serweriya wan a li Efrînê û deverê din bi dawî bibe. Sînyalên wê dawî li wê serweriyê û dagirkeriyê were, em distînin. Çimkî ev berizandin û qîrkirina wan ku dibêjin li wir dagirkerî nîne, derûniya wan sûcdariyê û dagirkeriyê nîşan dide. Ew jî û dinya hemû jî dizanin ku ew li Efrînê di pozîsyona dagirkeriyê de ye. Girê Spî jî dagir kirine. Ev yek ji aliyê hikumeta Sûriyê ku endamê Netewên Yekbûyî ye ev dagirkerî hatiye ziman. Gelek welatên din ku endamên NY’yê ne jî dagirkeriya Tirkiyê anîne ziman. Tirkiye li Efrînê û bajarên din dizî û talanê pêk tînin. Demografiya wan herêman diguherîne. Paqijiya etnîk li wir pêk tînin.”    MA / Bêrîvan Altan