Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn 2021-11-08 09:33:58   AMED - Mehmet Şerîf Kaya ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D girtî ye, di 1'ê Mijdarê de di pêwendiyeke telefonî de ya bi malbata xwe re diyar kiribû ku wê sewq bikin. Malbata wî piştî 6 rojan cihê sewqa wî hîn bû.    Li Tirkiye û girtîgehên herêmê li ser girtiyan zext, lêdan û gelek binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan bênavber dewam dikin. Navnîşana van zextan jî gelek caran dibe Girtîgeha Amedê ya Tîpa D. Ji girtiyan Mehmet Şerîf Kaya di 1'ê Mijdarê de bi rêya telefonê ya asayî ya hefteyî ya bi malbata xwe re agahî da ku dê ji Girtîgeha Amedê sewqî girtîgeheke din bê kirin.    Bavê wî Îbrahîm Kaya diyar kir ku ji wê roja ku lawê wî agahî daye wan her çiqas li rêveberiya girtîgehê geriyaye jî piştî 6 ojan agahî wergirtine.    Kaya da zanîn ku ew ji wê rojê ve li rêveberiya girtîgehê û dozgerê girtîgehê digere lê belê agahî wernegirtiye û parêzer jî agahî nikaribûye bigire û her roja ku diçû derbarê aqûbeta lawê xwe de gumanên wî zêde dibûn û piştî 6 rojan agahî wergirtiye.    CEZAYÊ MUEBETÊ LÊ HATIYE BIRÎN    Kaya anî ziman ku lawê wî di serdema şerê li navçeya Sûrê de wextê çûye malê ku eşyayên xwe werbigire asê maye û hatiye girtin û lawê wî bi awayek birîndar piştî dorpêça 105 rojan ji Sûrê derketiye û pişt re hatiye girtin. Kaya destnîşan kir ku lawê wî bi îdayên “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekîtiya dewlet û welat” hatiye girtin û 48 sal ceza lê hatiye birîn. Kaya got tu heqê girtîgehê nîne ku li girtiyan wisa bike û zext û êrişên li ser girtiyan di demên dawî de zêde bûne nayê qebûlkirin. Kaya got lawê wî gelek caran ji wan re ragihandiye ku bi êrişan re rûbirû mane.    BANGA HESTIYARIYÊ KIR    Kaya anî ziman ku zextên li girtîgehan derketiye asta herî jor û ew van zextan qebûl nakin û banga hestiyariyê ji bo xwedîderketina girtiyan kir.