Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin 2021-11-08 10:41:14   ENQERE - Serokê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak ku ji bo Doza Kobanê bi taybetî hatibû peywîrdarkirin, ji peywîrê hat girtin.    Serokê 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak ku bi taybet ji bo Doza Kobanê ya Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên partiyê di nav de derbarê 21 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin, hatibû peywîrdarkirin bi biryara Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ji peywirê hat girtin.    ÎDÎAYA KOVÎD-19’Ê    Yek ji endamên dadgehê Yildiray Kaya ku bi demkî li rûniştina 2’yemîn a doza 4’emîn a Doza Kobanê ya 21'ê Îlonê dinêrî, îdîa kir ku testa Kovîd-19’ê ya Çolak pozîtîf derketiye. Tevî ku testa Çolak pozîtîf derket jî danişîn nehatibû taloqkirin û di 23’yê Îlonê de di serokatiya Kaya de hatibû lidarxistin. Di 5’emîn danişîna dozê ku di 18 'ê Cotmehê de dest pê kir de, serokê demkî yê dadgehê Kaya diyar kiribû ku Çolak ji ber nexweşiya xwe mehek an du mehan nikare beşdarî danişînan bibe.    Bi biryara HSK’ê ya di 4’ê Mijdarê de endamê 22’yemîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqereyê Kaya wek serokê dadgehê hat tayînkirin. Bi heman biryarê ji 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Mûrat Donmez tayinî şûna Kaya hat kirin.