Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin 2021-11-08 11:53:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Meclisa Katalonyayê ku Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir Laura Borras, diyar kir ku wê têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re fermî bikin.    Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê cotmehê de statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir û bang li tevahî saziyên xwe û civaka sivîl kir ku destekê bidin ji nû ve avakirina herêmê. Ev naskirin û bang li herêmê bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Rayedarên Rêveberiya Xweser, ji bo ku li qada navneteweyî bên naskirin xebatên xwe yên dîplomatîk didomînin û û destnîşan dikin ku bi baskirinê re wê çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê hêsantir bibe.    Seroka Meclisa Katalonyayê Laura Borras, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku gelê Katalonyayê piştevaniya gelê kurd dike. Laura Borras, gelê Katalonyayê hiştiye ku biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dayîn û wiha got: "Ez bi hêvî me ev gav bibe destpêka naskirina statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser li asta herêmên dîtir ên cîhanê."   Di berdewamê de Borras, derbarê asta têkiliyên wan ên bi Rêveberiya Xweser de jî axivî û destnîşan kir ku ji berê ve di navbera saziyên rêxistinî û rêveberiya giştî û Rojava de têkilî hebûne û ev tişt got: "Bi nasandina Rêveberiya Xweser a li Parlamenta Katalonyayê re wê ev têkilî êdî baştir bibin. Piştî vê biryara naskirina têkiliyê wê derbasî qonaxa saziyî û fermî bibe."