Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin 2021-11-08 12:24:52   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne wiha got: “Heta ku edalet pêk were wê têkoşîna me bidome.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 245’emîn de didome. Malbatê bi dowiza ku “Em edaletê dixwazin” ser dinivîsî û pankarta ku wêneyên bûyera li Pirsûsê hatibû jiyîn li ser hebûn, daxwaza xwe ya edaletê nû kir.    Ferît Şenyaşar, bi lêv kir ku hemû raya giştî, xebatkarên nexweşxaneyê, Qeymeqamê Pirsûsê, Waliyê Rihayê şahidê komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatiye ne. Şenyaşar, destnîşan kir ku têkildarî doza 3 sal û nîvin geşedanek nîne û wiha got: “Di her gava ku em diavêjin edliyeyê dozger ji me direvin û deriyê pişte re dikevin hundirê edliyeyê. Normal e ku dozger di vê pêvajoyê de ji me birevin ji ber ku kesê komkujî pêk anî parlementerê partiya desthilatê ye û di bin siya desthilatê de hewl dide ser dozê bigire. Ev doz nayê girtin. Heta ku edalet pêk were ez û dayika xwe em ê têbikoşin.”   WÊ HESABE BIDIN   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em xwe li dozgeran aciz dikin lê aliyê ku komkujî pêk aniye parlementer û malbata wî ye. Di vê pêvajoyê de kes hesab napirse. Kesên nikarin hesab bipirsin wê rojekê li pêş darazê hesabê bidin.”