Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat 2021-11-08 12:48:48   COLEMÊRG - Di ser bombebarankirina Pirtûkxaneya Umut re 16 sal derbas bûn. Hêj bersûc nehatine cezakirin û derbarê wan de beraet tê xwestin. Seferî Yilmaz xwediyê pirtûkxaneyê got ev bersûc piştî berdanê ewilî çûne serdana Suleyman Soylû û ev wêne her tiştî rave dike.   Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê Mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umut êrişek bombeyi pêk hat. 16 sal di ser êrişê re derbas bû. Tevî ku berpirsên leşkeran Alî Kaya û Ozcan Îldenzî li ser sûc hatin girtin jî heta niha bûyer ronî nebûye û herî dawî dozgeriya Wanê di 21’ê cotmeh3e de derbarê 3 bersûcan de biryara beraetê xwest. Dozger ji sûcdaran bêtir Seferî Yilmaz ê xwediyê pirtûkxaneyê ku mexdûr bûye sûcdar nîşan da.    ROJA BÛYERÊ    Êriş ji aliyê endamên Teşkîlata Îstîxbarata Cendirmeyan (JÎT) Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ve hat organîzekirin. Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz ji êrişê sax rizgar bû û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da. Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bû. Xelkê Şemzînanê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz kêliya ku sûc dikirin girtin. Li ser her duyan nasnameya leşkerî û di wesayîta wan de jî kroki û çek hatin dîtin. Di wesayîta aydî fermandariya cendirmeyana Colemêrgê de 3 heb kelaşnîkof, 10 heb şarjor, malzemeyên bombeyê, êlekên leşker û polîsan hatin dîtin. Ew kiryar radestî leşkeriyê hatin kirin û pişt re hatin berdan. Li ser vê yekê xelkê Şemzînanê bi rojan çalakiyan li dar xistin. Dozger û Parlamenterê CHP’ê yê wê demê Esat Canan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin, gule li wan hatin reşandin û kesek jiyana xwe ji dest da. Di xwepêşandanên li Geverê de jî Îslam Bartin Ergin Mengeç û Abdulhalik Geylanî jî bi guleyên polîsan hatin kuştin.    BUYUKANIT GOTIBÛ ‘ZAROKEK BAŞ E’    Di heyama ku lêpirsîn derbarê bûyerê de hat destpêkirin, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit ji kiryar Alî Kaya re gotibû “Ez wî nas dikim, zarokek baş e.” Li ser vê gotinê dozgerî ket hereketê û derbarê Buyukanit û hin leşkeran de ji sûcê “hewldana bandorkirina darazê” lêpirsîn da destpêkirin.    Derbarê êrişê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hat vekirin. Di 19’ê hezîrana 2006’an de derbarê kiryaran Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ji sûcên “kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “hewldana kuştina mirovan” li her yekê 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hat birîn. Parêzerê bersûcan îtîrazî biryara dadgehê kirin û di 16’ê gulana 2007’an de dadgeha bilind cezayê hatiye birîn xera kir. Doz ji nû ve hat lidarxistin, di 14’ê îlona 2007’an şandeya dadgehê biryara “bêwezîfeyê” da û dosyeyê şand Dadgeha Leşkerî ya Wanê. Dadgehê di 14’ê kanûna 2007’an de di danişîna ewil de derbarê bersûcan de biryara berdanê da.    CEZA HAT BIRÎN LÊ …   Dadgeha Leşkerî di 22’yê çileya 2010’an de biryar da ku dosyeya doz3e bişîne Dadgha Cezayê Giran a Colemêrgê. Li ser dij derketina parêzeran doz ji şûn ve di sala 2011’an de veguhest Dadgeha Cezayê Giran a Wanê. Li ser vê paş de şandina dosyeyê di hezîrana 2011’an de bersûc dîsa hatin girtin. Di 10’ê çileya 2012’an de rûniştina dozê li Dadgeha Wanê hat lidarixistin û ji heman sûcan li her bersûcek 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hat birîn.    DOZGER BERAETÊ XWEST    Piştî hewla darbeyê parêzerên berûcan li ser îtîrafên dozger Ferhat Sarikaya yên derbarê dozê de bi armanca ji nû ve darizandin were kirin, serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dan. Dadgehê di 11’ê cotmeha 2017’an de darizandina ji nû ve qebûl kir û derbarê bersûcan de biryara berdanê da.    SOZÊN XWE NEGIRTIN    Seferî Yilmaz ê xwediyê Pirtûkxaneya Umutê derbarê dozê de axivî û destnîşan kir ku çi ji sozên ji bo ronîkirina êrişê û dozê hatin dayîn, hatin jibîrkirin û li Şemzînanê soz dan xelkê wan lê li Enqereyê ew soz hatin jibîrkirin. Seferî Yilmaz destnîşan kir ku hemû agahî û belgeyên derbarê bûyerê de li holê bûn û tevî ku li ser sûc hatin girtin jî bersûc nehatin cezakirin û got: “Di encama ku AKP û Ergenekonê li  hev kirin de doz bû mijara bazarê û bersûc hatin berdan û beraet hat xwestin. Di meha kanûnê de wê rûniştina biryara dozê were lidarxistin. Wisa xuya dike ku wê ev doz jî bi bêcezatiyê bi encam bibe. Hemû dozên JÎTEM’ê yên li Bakurê Kurdistanê bi demboriyê re tên hiştin û ji raya giştî tên veşartin. Heke di doza Sûsûrlukê de darizandinek rasteqîn û cezakirin pêk bihata wê ne bûyera li Şemzînan û ne jî bûyerên li deverên din pêk bihatana. Heke sûcdar cezayê heq dikin li wan were birîn û kesên fermanê didin werin darizandin, wê îro rewşa ku Tirkiye têde ye pir cuda bûya. Bersûc û berpirsên van dozan hemû serbest tên berdan.”   BERSÛC EWILÎ ÇÛYE SERDANA SOYLÛ      Seferî Yilmaz diyar kir ku divê kesên siberoja Tirkiyê difirkirin, sazî, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û nivîskar xwedî li Doza Şemzînanê derkevin û banga beşdariya rûniştina dozê ya wê di 20’ê kanûnê de were lidarxistin kir. Yilmaz herî dawî destnîşan kir ku ev dozek ji rêzê nîne û got: “Bersûc Ozcan Îldenîz piştî hat berdan ewilî çû serdana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû. Ev wêne baş dide xuyakirin û dibêje ku ev doz ji aliyê kî ve tê parastin.”