Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn 2021-11-08 13:29:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê, li dijî hezên Haşdî Şabiyê êrişek pêk hat û di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.    Li bajaroka Terkîlanî ya bajarê Kerkûkê, li dijî maşîneyeke hêzen Haşdî Şabî êrişeke bombeyî pêk hat. Li gorî nûçeya ku RojNewsê derbas kiriye, di êrişê de 2 endamên Haşdî Şabiyê jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.