Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin 2021-11-08 14:00:09   ENQERE - Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê ya li pêş Zanîngeha Enqerê pêk hat kirin û gelek xwendekaran binçav kirin.    Polisan, mudaxaleyî çalakiya şermezarkirinê ya rêxistinên ciwanan a Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) ku xwestin li ber Kampûsa Cebecî ya Zanîngeha Enqerê li dar bixin, kirin. Bi saetan beriya çalakiyê polisan derdora kampûsê dorpêç kirin û derdora xwendekaran girtin. Polisan bi lêdanê 11 xwendekar û gelek kesan binçav kirin.    MUDAXALEYÎ ROJNAMEGERAN JÎ KIRIN   Polisan, mudaxaleyÎ rojnamegerên ku xwestin bikevin qadê jî kir û nehiştin ku wêne û dîmen bikişînin.