Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne 2021-11-08 15:11:02 RIHA - Ji çend navendan gelek jin çûn serdana Emîne Şenyaşar û piştevaniya têkoşîna wê ya edaletê kirin.  Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) berdewam dikin. Gelek dayikên aştiyê ji bajarên wek Amed, Mêrîn, Êlih, Şirnex, Wan, Colemêrg û Stenbolê çûn serdana Emîne Şenyaşar. Pêşiya girseya dayikan li cihek nêzî avahiya edliyeya Rihayê ji aliyê polîsan ve hat birîn.    Polîsan destûr neda dayikan ku biçin serdanê û wan dorpêç kirin û hêceta astengiyê jî “pir qelebalixiyê da nîşandan. Parêzeran xwestin ku polîs hêcetê bi nivîskî nîşanî wan bidin, li ser vê yekê polîsan xwesteka parêzeran red kir û tu hêcetek nivîskî nîşanî wan nehat dayîn.   Li ser astengkirina dayikan Emîne û Ferît Şenyaşar ji cihê çalakiyê ber bi dayikan ve çûn. Dayikan malbata Şenyaşar bi çepikan pêşwîz kir. Emîne Şenyaşar got, “We Adilê min, Celalê min aniye.” Dayikên Aştiyê jî ji bo Emîne Şenyaşar gotin, “Ji bo em hêzê bidin berxwedana te em ji aliyan hatine. Negirî wan kêfxweş neke.”    ‘EM Ê SIBÊ BIBIN BI MILYONAN KES’    Piştî astengiyê şandeya dayikan bi beşdariya malbata Şenyaşar û parêzeran daxuyaniya çapemeniyê pêk anî. Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dayikek ku kezeba wê dişewite 8 meh in nobetê digire û her roj zext li wan tên kirin û ew niha sed kesin wê sibê du siba bibin bi milyonan kes û xwest dawî li bêhiqûqiyê were.   'BIJÎ BERXWEDANA DAYIKA EMÎNE’     Pişt re li ser navê dayikan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya axivî û wiha got: “Em hemû li ba dayika Emîne ne. Bila her kes xwedî li daye derkeve. Em ê li her derê têkoşîna edaletê ya dayê biparêzin. Ji bo edaletê gav biavêjin. Daxwaza dayê daxwaza me ye jî. Bila dinya hemû dev ji çavgirtinê berde. Bijî berxwedana dayika Emîne. Tevî her tiştî jî dayik edalet û aştiyê dixwazin.”    Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê jî Fazîlet Polat axivî û got ew jî dayik in û lewma hatine serdana malbatê û xwest her kes xwedî li têkoşîna Emîne Şenyaşar derkeve.    Pişt re gelek Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan axivîn û daxwaza edaletê kirin.    Daxuyanî bi çepik û têlîliyan bi dawî bû.