Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye 2021-11-08 15:34:33   QAMİŞLO - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, têkildarî nîqaşên ku li ser çareseriya pêşeroja Sûriyeyê tên kirin de axivî û diyar kir ku ji hêla van ve ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî gefên êrişê yên Tirkiyeyê liv û tevgera li herêmê zêde bû. Ji Îdlibê heta Dêrikê ev liv û tevger tê dîtin. Her wiha bi gefên Tirkiyeyê re nîqaşên derbarê bazariya di navbera Amerîka û Rûsyayê de, hevîtinên di bin navê çareseriyê de tên kirin, êrişên Îsraîl ên li dijî Şam û Îranê û sekna Amerîkayê li dijî geşedanên nû de didomin. Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, ji Ajana Mezopotamyayê (MA) re axivî û van hemû geşedanan nirxand.      'SALTANATA ERDOGAN'   Nûrî Mehmûd, diyar kir ku desthilatdariya faşîst a li pêşberî wan di pêvajoya nû de têgihiştinên berê dubare dike û tê xwestin ku serweriyeke Osmanî vê carê jî di bin navê "desthilatdariya Erdogan" de careke din dubare bibe.  Mehmûd, bi lêv kir ku Tirkiye ji aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî ve têk çûye û desthilat dixwaze hebûna xwe bi rêya şer bidomîne û berovajiyê vê gelên Tirkiyeyê li şûna nêzîkatiyeke ku şer kûr dike wêdetir li rewşeke ku demokrasî û azadiyê bi pêş dixe digerin.    XETERIYA ŞER HEYE   Têkildarî rewşa ku Erdogan têde ye Mehmûd, destnîşan kir ku Erdogan ne tenê di siyaseta derve de di siyaseta hundir de jî ber bi hilweşînê ve diçe û wiha got: "Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa gelan e. Ereb, kurd, çerkez, tirkmen, asûrî, errmenî û beşên din li vir tifaqek ava kirine. Modeleke nû afirandine. Bi vê modelê hewl didin ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareseriyê bibînin. Hikumeta Tirkiyeyê vê pergalê li pêşiya planên dixwaze li herêmê bi cih bîne, weke astengiyekê dibîne. Erdogan pergala li vê derê ji bo serdestiya xwe weke kelemekê dibîne. Ji bo vê jî gefên şer li ser herêmên me dewam dikin."   BERDEWAMÊN DAIŞ'Ê   Mehmûd, bal kişand ser hewlesta CHP'ê ya di tezkereyê de û destnîşan kir ku deng nedana CHP'ê ya tezkereyê nîşan dide ku di rastiyê de hin kesên li Tirkiyeyê şer naxwazin, lê desthilata heta dawiyê şer dixwaze û wiha pêde çû: "Komên di bin kontrola Tirkiyeyê de li herêmê hatine komkirin berdewama El Qaîde, DAEŞ û El Nûsra ne. Êrîşî Eyn Îsa, Til Temir û Şebayê dikin. Heta niha ev êrîş nesekinîne. Hêza Tirkiyê tune ye ku bi tena serê xwe şerekî nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirin. Tirkiyê pêşniyara êrîşa li dijî herêmê li Amerîka û Rûsyayê kiriye. Lê ji ber ku wan qanih nekiriye dest bi êrîşê nekiriye. Lê lêgerîna wê berdewam e.    PLANÊN TIRKIYEYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN   Ji bo hewldanên Tirkiyeyê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî Mehmûd, destnîşan kir ku hem Amerîka û hem jî hêzên din siyaseta Tirkiyeyê ya dema Trump a li herêmê qebûl nakin û ev tişt anîn ziman: "Hem Rûsya û hem jî Amerîka du hêzên girîng in di qada Sûriyê de. Hemû gelê Sûriyê ji her du hêzan dixwaze ku ew di pêşxistina çareseriyê de cih bigirin. Yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya aloziya Sûriyê Tirkiye û rêxistinên ku wê ava kirine ne. Divê tenê vebijêra leşkerî li welat dernekeve pêş. Li Sûriyeyê bingeh û firsenda çareseriyê heye. Heta niha ji bo pêşxistina çareseriyê tu gav nehatine avêtin. Divê ev welatên garantor ne bi Tirkiye û Îranê re bi gelên Sûriyeyê re rûnên. Îradeya siyasî ya gelên Sûriyeyê hê muxatab nehatiye girtin."   ANGAŞTÊN LI QADÊ ERDÊ RASTIYÊ NÎŞAN NADIN   Mehmûd, da zanîn ku Rûsya di demên dawîn de li Til Temir û Eyn Îsayê tetbîqatên leşkerî pêk anîne lê ev yek ji bo çareseriyê têrê nakin û axaftina xwe wiha domand: "Gelek angaşt li qada Sûriyeyê belav bûne. Ev angaşt ji aliyê istixbaratê ve ji bo tevlihevî li nav civakê bên belavkirin hatine derxistin. Heta niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê hatiye hiştin. Şehba herêmeke di nav xelekê de ye. Li wir mazot û gaz tune ye. Dîsa her kesê ku dibêje 'di navbera rejîma Sûriyeyê û QSD'ê de lihevkirinek heye ji bo avakirina odeyeke operasyonên hevbeş' li benda sûdwergirtina ji vê rewşê ne. Hêzên herêmî wan dixin jiyanê. Divê Rûsya bi vî rengî nêz nebe, lê belê divê rêya çareseriyê bi pêş bixe."    'AMERÎKA BI RASTÎ NÊZÎ NABE'   Di berdewamê de Mehmûd, bi bîr xist ku li dijî DAIŞ'ê stratejiyeke wan a hevpar bi Amerîkayê re heye, lê di aramkirina Sûriyeyê de wan nêzîkatiyeke rasteqîn a Amerîkayê nedîtine û wiha pêde çû: " Pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêkeke navneteweyî ye. Girîng e Amerîka û Rûsya li hev bicivin û vê mijarê nîqaş bikin. Pêwîstî bi konsensûseke ku karibe bê çareserkirin û xizmetê ji mirovahiyê re bike heye. Divê pêşiya Tirkiye û Erdogan bê girtin. Tenê bi vî rengî em dikarin nêzî çareseriyeke rasteqîn bibin."    ÎDÎAYA BAZARIYA ÎDLIB-KOBANÊ   Mehmûd, bi lêv kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser hemû hêzên li Sûriyê vebijêrka leşkerî ji xwe re esas dibînin û têkildarî bazariya li ser Îdlin û Kobanê jî ev tişt got: "Şer ranewestînin. Modêleke siyasî ku hatiye pêşniayrkirin nîn e. Ev yek li pêşiya çareseriyê asteng e. Hêzên navneteweyî tenê vê rewşê dişopînin. Tirkiye, rejîma Sûriyeyê û Rûsya dibêjin 'em ê şer bikin'. Li Deraayê şer heye, Tirkiye dixwaze êrîşî Rêveberiya Xweser bike, Rûsya dixwaze derbasî Idlibê bibe. Plan hene ku bi vê yekê re şerekî mezin derxînin. Lê belê şer êdî tiştekî çareser nake. Pêwîste Îdlib ji dagirkeriyê rizgar bibe. Li wê derê divê hebûna Tirkiyê li Idlibê bi rêya tevgerkirina li gorî qanûnên navdewletî bi dawî bibe. Dîsa divê vegera sivîlan were mîsogerkirin. Îdlib axa gelên Sûriyeyê ye. Ji bo rizgarkirina wê ji dagirker û çeteyan gelek senaryo tên nivîsandin û kişandin. Tê gotin ku Pûtîn û Erdogan li ser Kobanê û Îdlibê danûstandin kirine, lê heta niha tiştekî bi vî rengî li ser rûyê erdê nîşan nedaye."   MA / Nazim Daştan