Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin 2021-11-08 16:07:04   AMED - Hevdîtina parêzeran a bi 18 kesên ku navenda wê Amed li 4 bajaran hatin binçavkirin re, hat sînordarkirin   Polîsan di saetên serê sibê de li Amed, Îzmîr, Antalya û Mêrdînê bi ser gelek malan de girtibûn. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 18’an. Di operasyonê de siyasetmedarên HDP’î, DBP’î, ESP’î û PSK’î, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê hatin binçavkirin. Polîsan li malên ku bi ser de girtin tişt belavkirin.    Hat hînbûn ku heta niha 18 kes hatine binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê Mehmet Asena, Şeyhmus Yavuz, Hevserokê Rêxistina HDP’a Bismilê Şakîr Demîr, Hevserokê Rêxistina HDP'a Rezanê Nasir Yelter û rêveberê wê Huseyîn Baran, Rêveberên Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê Yasemin Akengîn, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Suslu û Abdulah Dengîz Hevserokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajêr a Amedê Erkan Keskin, Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Egîtîm Senê ya Şaxa Amedê ya Jimara 2'an Arzu Koç, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, Endama Desteya Rêveberiya Odeya Endeyzarên Makîneyê ya Şaxa Amedê Arîn Zumrut, Hevserokê TUM BEL-SEN'ê ya Şaxa Amedê Bakî Ondeş, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Vesiye Yîgît, rêvebera TÛAY-DER’ê Şehrat Ûyanik û Nazîfe Yîgît.    HEVDÎTINA PARÊZERAN HAT SÎNORDARKIRIN   Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Dozgeriyê hevdîtina parêzeran a 18 kesên hatin binçavkirin re ji bo 24 saetan sînordar kir. Parêzerên ku çûn miduriyeta polîsan bi vê sedemê nekarîn bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.