Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe 2021-11-09 09:13:57   ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku Haydar Alî Ak ê ku bi îşkence û tahdeya xwe ya li girtîgehên Tekirdag û Edîrneyê tê naskirin, piştî wekî midûr tayinî Girtîgeha Kiriklarê hatiye kirin, çewisandinên li girtîgehê zêde bûne.    Girtî Îbrahîm Tîkan ku di Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne. Tîkan, anî ziman ku midûr Haydar Alî Ak ê ku du meh berê tayinî girtîgehê hatiye kirin, ji roja ku hatiye tayinkirin heya niha zext û zoriyên li hemberî girtiyan zêde bûne û bang li raya giştî kir ku li ber van pêkanînan bibe dengê girtiyan.   Haydar Alî Ak ê ku du meh in midûrê Girtîgeha Kiriklarê ye, berê jî bi tahde û îşkenceya xwe ya li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 1 a Tîpa F'yê û Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê bûbû rojev.    Îbrahîm Tîkan ev tişt ragihandin: "Dixwazin qawîên me biguherînin û me belawela bikin. Pêşî odeyên me gyherandin, niha jî dixwazin me hemûyan belawela bikin. Nêzî 12 hevalên me birin qawîşine din. Haya kesî jî ji van hevaln tune ye. Me cardin dest bi çalakiyan kir. Em li deriyan dixin, dirûşmeyan berz dikin. Dixwazin me hemûyan ji hev dûr bixin. Ê ku van tiştan dike midûrê girtîgehê ye. Hevalên me yên ku dibin nexweşxaneyê, di vegerê de wan hew tînin qawîşê. Di bin navê karantînayê de wan dibin cihije din û paşê amûrên wan ên li qawîşê berhev dikin û dibin wir. Jixwe digot hûn ê ne li cem hev bin. Em dixwazin raya giştî bibe dengê me. Heger ev zext bi dawî nebin em ê jî çalakiyên xwe zêdetir bikin û li ber xwe bidin."    POLÎTÎKAYA JIHEVDÛRXISTINÊ   Bira Ercan Tîkan jî bal kişand ser zext û zoriyên li girtîgehên Tirkiyeyê û got: "Guh li qanûnên xwe nakin. Haydar Alî Ak ji roja ku hatiye girtîgehê bênavber tahdeyê dike. Odeyên girtiyan ên girtîgehê ku birayê min lê ye digyherîne û wan dibin deverine cyda. 15 roj berê 25 gardiyan avêtine ser odeya birayê min û wî û hevalê wî ji Bloka A'yê birine Bloka C'yê. Polîtîkaya jihevdûrxistinê tê kirin. Birayê min got, niha haya me ji 12 hevalên me tune ye û wan birine ode û hucreyên cuda. Em malbat bifikar in. Çi biqewime di stuyê Haydar Alî Ak de ye. Haydar Alî Ak, ji girtiyan re dibêje, 'Ez Esat Oktay me û dema Oktay daye destpêkirin.' Pergalek çêkiriye û 2 meh in zilmê dike."    'EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'   Tîkan, destnîşan kir ku ya li girtiyan tê kirin zilm e û ew vê zilmê qebûl nakin û got: "Girtî dibêjin heger vê zilma Haydar Alî Ak bidome, dê çalakiyên xwe bidomînin û heke bivê dê dest bi rojiya mirinê bikin."    Têkildarî angaştan me telefonî girtîgehê kir, lê belê girtîgehê telefon venekir.    MA / Ozlem Yayan