Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin 2021-11-09 09:14:36   MÊRDÎN - Encama DNA'ya ji bo cenazeyê Seyîthan Acay 8 meh berê diyar bûye, lê 467 roj in bi îdiaya "rapor derneketiye" cenazeyê wî radestî malbatê nayê kirin. Dayik Rûkiye Acay, got: "Tiliyek wî jî mabe, ez ê rahêlim cenazeyê wî."    Di 30'yê Tîrmeha 2020'î de li Çiyayê Gabarê 3 HPG'î di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji vana Seyithan Acay bû. Lê 467 roj in cenazeyê Acay radestî malbatê nehatiye kirin. Cenazeyê Acay li Şirnexê di gorustana "bêkesan" de hatiye veşartin.   Heya niha malbatê gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye, lê belê dozgeriyê tim angaş kiriye ku mînaka DNA'yê şandine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê û hê encam nehatiye. Lê belê piştî ku parêzerên malbata Acay lêkolîn kirin, derket holê ku encama DNA'yê diyar bûye û di 21'ê Sibata 2021'ê de ji Dozgeriya Şirnexê re hatiye şandin, lê belê ATK'ê encama DNA'yê ji parêzeran re negotiye. Piştî vê malbatê cardin serî li dozgeriyê da, lê dîsan jî tiştek bi dest nexist.    DOZGER LI BETLANEYÊ YE   Dayik Rûkiye Acay ku zêdetirî 15 meh in hewl dide cenazeyê kurê xwe wergire, diyar kir ku 3 caran çûne Şirnexê lê tim ji wan re hatiye gotin ku "dozger li betlaneyê ye, dozger guheriye." Dayik Acay anî ziman ku soz daye heya cenazeyê kurê xwe wernegire dê kincên xwe yên reş neguherîne û bi mehan e li bendê ne ku cenazeyê kurê xwe defin bikin. Dayik Acay, bilêv kir ku dixwaze cenazeyê kurê xwe bibe gund û li wir serdana gora wî bike û got: "Dibêjin 'Em misilman in û em di rêya Xwedê de ne, em Qur'anê dixwînin.' Ev çi hal e nexwe. Ev çi mirovahî ye. Kezeba me diperitînin. Çima cenazeyê me nadin me?"    'TILIYEK WÎ JÎ MABE EZ Ê VEŞÊRIM'   Dayik Acay, destnîşan kir ku dawî çi dibe bila bibe dê dev ji cenazeyê kurê xwe bernede û dê defin bike. Acay, nûçeyên derbarê kuştina kurê xwe de bibîr xistin û pirsî: "Lê çima cenazeyên me nadin me?" Dayik Acay got: "Ger tiliyek wî jî mabe ez ê rahêlim cenazeyê wî û bînim vira. We got testa DNA'yê. Test jî derket. We kuşt îja çima hûn nadin? Em dixwazin cenazeyê xwe wergirin û defin bikin."    PARÊZER KÛZÛ: DOZGER PEYWIRÊ BINPÊ DIKE   Ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Erdal Kûzû jî anî ziman ku daxwaza wan a ji bo wergirtina cenaze bi hincetên wekî dozger ne li cihê xwe ye yan jî dozger guheriye hatiye redkirin. Kûzû, bilêv kir ku lê piştî lêkolîn kirine ku rapora ATK'ê di Sibata 2021'ê de derketiye û ji dozger re hatiye şandin. Kûzû, anî ziman ku piştî vê çûne dozgeriyê, lê dîsa jî tiştek ji wan re nehatiye gotin. Kûzû, destnîşan kir ku divê dozger daxwaza malbatê bibersivîne, lê belê heya niha tu bersiv nedaye û bi vê "sûcê binpêkirina peywirê" dike.    Kûzû, destnîşan kir ku dozger rêbazeke nehiqûqî didomîne û got: "Helwesta dozger a di vî warî de dijî peyman û qanûnên navnetewey»î yên di vî warî de ye."    MA / Ahmet Kanbal