Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin 2021-11-09 09:22:04   ENQERE - Parêzer malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût, bilêv kir ku deverên ku kujer bi wesayîta ku kirê kiriye çûyê nehatine vekolandin û bêyî ku qeydên dengên gymanbaran bên vekolandin îdianame hatiye amadekirin.    Li navçeya Meramê ya Konyayê Mehmet Altûn 4 jê jin 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya ji Qersê kuştibûn. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Konyayê derbarê Altûn û malbata Çalik û Keleşê de amade kiribû ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê ve hatibû qebûlkirin. Piştî ku îdianame berpêşî dadgehê hatibû kirin dêya Altûn Îsmîhan Altûn, bavê wî Îbrahîm Altûn û hevjîna wî Zehra Altûn hatibûn berdan. Piştî ku dadgehê îdianame qebûl kir jî Velî Keleş, Alî Keleş, Ramazan Çalik, Yajya Çalik û Alî Çalik jî hatibûn berdan. Bi vî awayî ji 13 kesên hatibûn girtin 8 kes jê hatibûn berdan.    Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût, anî ziman ku îdianame bêyî ku gelek daxwazên wan bên qebûlkirin hatiye amadekirin û got: "Ji roja ku komkujî çêbûye heya niha daraz bi feraseta 'dozger û dadgerê vê dosyeyê û parêzerê ez im' tevdigere. Me dît ku lêpirsîneke li gor feraseta xwe bi rê ve birine."    'DAXWAZÊN ME NEANÎN CÎ'   Karabûlût, bibîr xist ku piştî êrişa 12'ê Gulanê daxwaza wan a ji bo parastinê nehatiye qebûlkirin û û got: "Di beyanên muwekîlên min ên ku di êrişa piştî 12 Gulanê de hatin kuştin de, 50-60 kes li wir bûne. Me xwest ev kes bên tespîtkirin. Lê ev daxwaza me pêk nehat. Hema tişt di vê dosyeya komkujiyê de jî didome. Dosyeyeke ku li gor 'tu qîmeta daxwazên we ji bo me tune ye' hatiye amadekirin û qebûlkirin heye."    ‘AXAFTINÊN WÎ NEHATIN LÊPIRSÎNKIRIN'   Karabûlût, destnîşan kir ku di dema lêpirsînê de xwestine ku wesayîta ku kujer Mehmet Altûn kirê kiriye û deverên ku çûnê bên lêkolînkirin, lê belê ev daxwaza wan jî pêk nehatiye û got: "Piştî komkujiyê Ayşe Keleş, xwişka tetikkêş ku di heman demê de cîraa muwekîlên min e, saet di 16.45, 16.47 û 16.48'an de 2 caran telefonî 112'an û 3 caran jî telefonî 155'an kiriye. Me doza van qeydan kir. Ji bo vê jî tiştek nehat kirin. 10 daxwazên me hebûn. Yek jê jî pêk nehat û îdianame zûzûka hat amadekirin û berpêşî dadgehê hat kirin û bi vî awayî hat qebûlkirin."    FERMANA 'WAN BERDIN'   Parêzer Karabûlût, destnîşan kir ku îdianameya derbarê gumanbaran de jî pir serobero hatiye amadekirin û got: "Îdianameyeke wekî ku fermana 'wan berdin' dabin dadgehê. Îdianameyeke vala ye û sedema vê jî nebûna lêpirsîneke çalak e. Dadgehê jî di derba ewil de 5 kes berdan. Mehê 3-5 kes berdan. Bi vî awayî xwestin nebza civakê kêm bikin. Em neketine tera 'gelek kesan bigirin, dilê me rihet bikin.' Bila belesebeb kes neyê girtin. Bes em doza lêpirsîneke çalak dikin. Kî li pişta vî tetikkêşî ye, em dixwazin ev hemû bên tespîtkirin."    ‘SERGUMANBAR LI DERVE YE'   Karabûlût, bilêv kir ku xwestine Alî Keleşê ku piştî êrişa 12'ê Gulanê koma WhatsAppê ya bi navê "Mahkeme" çêkiriye jî bê girtin, lê belê ev daxwaza wan jî hatiye redkirin. Karabûlûtgot: "Ev kes, ji bo muwekîl dev ji giliya xwe berdin hin kesan dike navbeynkar, vê yekê bi koma WhatsAppê radigihîne. Tew di axaftineke xwe ya di orta Hezîranê de dibêje 'me ev kes îand, înşelleh dê bitirsin û dev ji giliya xw eberdin.' Ên din jî erê dikin. Kesê ku tevahiya organîzasyonê kiriye li derve ye û bi awayekî negirtî tê darizandin. Her wiha ev kes ji hemû kesên ku piştî êrişa 12'ê Gulanê hatibûn girtin re hefte 500 TL şandiye. Qeyda vê di koma WhatsAppê de heye. Ev kes nehatiye girtin. Ne mimkun e ku mirov vê qebûl bike. Serekê vî karî, sergumanbar ev e."    BANGAWAZÎ   Karabûlût, ji bo tevlîbûna danişînê bang kir: "Em dixwazin hemû kesên ku dibêjin em mirov in, dijî nijadperestiyê ne û bi taybetî hevpîşeyên min û hemû rêxistinên civaka sivîl û partî piştevaniyê bikin. Ev doza, ji bo mirovahiyê, dozeke girîng e. Em dixwazin hemû kesên ku li dijî nijadperestiyê ne li cem me bin."    MA / Zemo Aggoz