Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an 2021-11-09 11:54:41   AMED - Hejmara kesên ku di operasyona navenda wê Amed li 5 bajaran pêk hat de hatin binçavkirin, derket 19’an. Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin wê di nava rojê de bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Amed, Îzmîr, Antalya û Mêrdînê bi ser gelek malan de girtibûn û siyasetmedarên HDP’î, DBP’î, ESP’î û PSK’î, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê di nav de 18 kes binçav kiribûn. Dozgeriyê hevdîtina parêzeran a bi 18 kesên ku nehat zanîn ji bo çi hatine binçavkirin re ji bo 24 saetan sînordar kiribû.   Hat hînbûn ku di çarçoveya operasyonê de polîsan endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP’î Omer Fîlîtoglû jî duh li Wanê binçav kirine û anîne Miduriyeta Polîsan a Amedê. Bi vê yekê re hejmara kesên di operasyonê de hatin binçavkirin derket 19’an. Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin wê di nava rojê de bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê Mehmet Asena, Şeyhmus Yavuz, Hevserokê Rêxistina HDP’a Bismilê Şakîr Demîr, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP’î Omer Fîlîtoglû, Hevserokê Rêxistina HDP'a Rezanê Nasir Yelter û rêveberê wê Huseyîn Baran, Rêveberên Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê Yasemin Akengîn, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Suslu û Abdulah Dengîz, Hevserokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajêr a Amedê Erkan Keskin, Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Egîtîm Senê ya Şaxa Amedê ya Jimara 2'an Arzu Koç, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, Endama Desteya Rêveberiya Odeya Endeyzarên Makîneyê ya Şaxa Amedê Arîn Zumrut, Hevserokê TUM BEL-SEN'ê ya Şaxa Amedê Bakî Ondeş, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Vesiye Yîgît, rêvebera TÛAY-DER’ê Şehrat Ûyanik û Nazîfe Yîgît.