Rojnameger Ayşe Kara beraet kir 2021-11-09 12:47:30 AMED - Rojnameger Ayşe Kara, di doza ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de beraet kir.     Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû vekirin de Rojnameger Ayşe Kara, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" di 26'ê hezîrana 2020'an de hatibû binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Piştre bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" doz li Kara hatibû vekirin û 15 sal ceza jê re dihar xwestin. Danişîna doza Kara, îro li 5'emîn Dadgeha Ceza ya Amedê hat dîtin. Kara tevlî danişînê nebû, lê parêzerê wê Resûl Tamûr li danişînê amade bû.    DOZGER CEZA XWEST    Di danişînê de dozger mutalaa xwe ya derbarê esasê de xwend û angaşt kir ku Kara delegeya KCD'ê ya ji bo pêkanîna armancên PKK û KCK hatiye damezrandine û weke delîl jî endamtiya Kara ya Kongra Jinên Azad (KJA) û Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC) nîşan da. Dozger, angaşt kir ku Kara sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye û xwest ji vî sûcî bê cezakirin.    TAMÛR: TESPÎTA ÇALAKIYAN TUNE YE   Parêzerê Kara Resûl Tamûr, li dijî mutalaayê derket û muwekîla xwe parast. Tamûr, diyar kir ku mutalaa li gorî dosyayê nehatiye amadekirin û derbarê muwekîla wî de çalakî nehatine tespîtkirin û daxwaza beraetê kir.    BERAET KIR   Heyeta dadgehê, diyar kir ku sûcdariyên li Kara tên kirin nehatine tespîtkirin û derbarê Kara de biryara beraetê da. Lê dadgehê derbarê qedexeya derketine derve ya Kara de biryar neda.