Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin 2021-11-09 10:35:13 ÎZMÎR - Giliya 15 kesên ku li ser hesabên medya sanal heqaret li Denîz Poyraz û malbata wê kiribû hat kirin.  Di 17'ê hezîranê de kujerê bi navê Onûr Gencer êrişî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û kedkara partiyê Denîz Poyraz kuşt. Piştî kuştina Poyraz li ser medya sanal heqaret li Poyraz û malbata wê hatibû kirin. Parêzera malbatê Turkan Aslan Agaç, 15 kesên ku heqaret li Poyraz û malbata wê kiribûn tespît kir û li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê giliya wan kir.    Parêzer Agaç, destnîşan kir ku wê lêpirsîna ku derbarê van kesan bê destpêkirin de bişopînin û encama wê ji raya giştî re ragihînin.