Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn 2021-11-09 13:53:52   ENQERE - Siyasetmedarên ku di Doza Kobanê de tên darizandin û parêzerên xwe ji ber ku heyeta dadgehê daxwazên wan bi cih nanî tevlî danişînê nebûn.    Li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê, 6'emîn danişîna Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 10 siyasetmedar têde tên darizandin di roja duyemîn de dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Abdullah Koç, Huseyîn Kaçmaz û rêveberên HDP'a Enqerê danişîna ku li 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin, dişopînin. Parêzerên dozê, ji ber guhertina serokê dadgehê duh xwestibûn vedora danişînê ji nû ve bê serastkirin û danişîn taloqî 2 mehên din bê kirin. Ji ber ku ev daxwazên wan ji hêla serokê dadgehê ve nehatin qebûlkirin parêzer tevlî danişînê nebûn.    Parêzer, duh gotibû ku heke daxwaza wan neyê qebûlkirin wê serî li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) bidin û gilî bikin û heta ku bersiv ji HSK'ê neyê wê tevlî danişînan nebin. Parêzerên dozê Mavîş Aydin û Kenan Maçoglû ji bo ragihandina hinceta parêzeran li danişînê amade bûn. Ji bilî nivîskarê Endamê Pena-Kurd Nezîr Çakan û Endamê RTUK'ê Alî Urkut siyasetmedar jî hincet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.    Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Seroke dadgehê hinceta parêzer û siyasetmedaran û daxwaza wan a ji bo taloqkirina 2 mehan xwend û li dosyayê zêde kir. Dozgerê dozê daxwaz kir ku hincet bên redkirin.    Parêzer dozê Mavîş Aydin û Kenan Maçoglû, li dijî daxwaza dozger derketin û daxwaza xwe ya taloqbûnê dubare kirin.    Heyeta dadgehê hincet û daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku ji bo bersuc di rûniştina piştî nîvro de li eywana danişînê û odeyên SEGBÎS'ê amade bin ji girtîgehên girtî lê ne re muzakere bê nivîsandin.     Parêzeran biryarê îtîraz kir.