Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin 2021-11-09 15:26:53   MERSÎN – ÎHD, OHD û TUHAY-DER’ê derbarê Girtîgeha Tarsûsê de raporek belav kir û hat diyarkirin ku yasaya înfazê bi awayek kêfî tê bikaranîn û girtiyên nexweş nayên dermankirin.    Komeleya Mafê Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Malbatên Girtiyan (Çukurova TUHAY-DER) ên şaxên Mêrsînê derbarê binpêkirinên mafan û pirsgirêkên li Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê ya Tîpa T de raporek amade kirin û belav kirin. Rapor bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê hat parvekirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Mêrsînê parêzer Battal Gazî Încî rapor xwend.    LI GIRTÎGEHÊ REWŞEK GIRAN HEYE    Încî destnîşan kir ku Yasaya Înfazê kirine amûrek kêfî û îşkence û muameleya nebaş li ser girtiyan berdewam dike. Încî bal kişand ser cezayên dîsîplînê li ser girtiyan tê sepandin û ev cezayê dîsîplînê jî ji ber sepanên kêfî pêk tên. Încî di raporê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li wê hepsê û tevî ku gelek girtiyên nexweş wek Songul Bagadir, Sara Kaya, Ahmet Çelîk, Nesîp Yapici, Muhammet Akyuz, Vedat Aydin, Abdulazîz Ozdemîr, Alî Atan, Alî Şen, Şemsettîn Kaya, Murat Karaaslan, Adnan Ozbay, Mustafa Abi, Abdulkerîm, Aksu, Kasim Elçî, Hadî Elçîçek, Nesîp Kaplan, Mehmet Aktaş, Ridvan Ozer tevî ku nexweşin û nexweşînên giran bi wan re hene jî nayên dermankirin û berdan. Încî anî ziman ku girtî bi pirsgirêka xwedî kirinê re rûbirû ne û pêdiviyên wan ên xwedîkirinê têr nakin û bi şertên xerab rûbirû ne. Încî destnîşan kir ku mafên girtiyan ên hiqûqî tên sînordakirin. Încî anî ziman ku ew ê rewşa girtiyan  û girtîgehê ji nêz ve bişopînin.