Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn 2021-11-09 16:54:30   STENBOL -  Hevdîtina telefonê ya Îlyas Arat a bi malbata wî re bi hêceta “destên wî di berîka wî de ne” hat birîn.   Îlyas Arat ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Bi hêceta destên wî di berîkê de ne gardiyanan telefona wî di nivî de birî. Xwişka Arat, Zehra Arat, diyar kir ku gardiyanan heqaret li birayê wê kirine û telefon bi darê zorê girtine.    TIŞTÊN QEWIMÎN QEYD KIRIN   Arat, bi lêv kir ku tiştên qewimîn qeyd kirine û wiha got: “Di qeyda deng de gardiyan ji birayê min re dibêjin ‘destê xwe ji berîka xwe derxîne’. Dengên ku tên nîşan dide ku telefon bi darê zorê hatiye girtin.”   DA HESABÊ KÎ BIDE   Arat, da zanîn ku piştî telefon hat birîn, dayika wê ji ser hişê xwe çûye û wiha axivî: “Me di tevahiya dîrokê de ev dîtin. Ev helwest nişana nêzîkatiyeke dijminane ne. Ev helwest nîşaneya nêzîkatiyên dijminane ne. Wê kî hesaba vê bide.”   Arat, bi lêv kir ku piştî telefon hat birîn li rayedarên girtîgehê geriyane û anî ziman ku wan jî wiha gotiye: “Em careke din girênadin. Herin hûn li ku gilî dikin bikin.”