Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e 2021-11-09 17:05:13   AMED - Rûniştina doza Recep Hantaş ê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, hat lidarxistin. Ramazan Yilmaz ê wek şahid hat guhdarkirin diyar kir ku polîsan piştî hevalê wî kuştiye gefa kuştinê li wî jî xwariye.    Recep Hantaş (20) di 14’ê Nîsana 2019’an de li Sumerparka Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Derbarê kuştinê de doz li polîs Kazim B. Hat vekirin. Rûniştina doza kuştina Hantaş li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên Hantaş û polîs û malbata Hantaş û polîs Kazim B. beşdarî dozê bûn.    Dadgehê rojnamevana berneda eywana rûniştina dozê.    Murat Salaman û Ramazan Yilmaz ku şahidiya bûyerê kirin li dadgehê hatin guhdarkirin. Şahidan behsa roja bûyerê û êrişê kirin û dan zanîn ku anonsa polîsnan ya ‘raweste’ nehatiye wan û ‘bisekine’ nehatiye wan.    Pişt re polîsê kujer parastina xwe kir û xwe mafdar derxist.    Şahid Ramazan Yilmaz di dozê de destnîşan kir ku polîsan piştî hevalê wî Recep kuştiye li qereqolê gefa kuştinê li wî jî xwarine.    Parêzerên Hantaş, ji ber tahkîkata firekirina dozê û astengkirina rojnamevan a beşdariya dozê daxwaza reda dadgerî kirin.    Dadgehê daxwaza polîsan red kir û dozê taloqî 31’ê adara 2022’yan kir.