ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-10 09:00:31 * Serokê Giştî yê Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, diyar kir ku ji bo budçeyeke ji bo gel, daxwazkirin tenê têr nake û îşaret bi têkoşîna li kuçeyan kir.  * Di sala 2017'an de ji ber hin parvekirinên li ser medyaya sanal de derbarê Muslum Çaganê HDP'î de doz hatibû vekirin û piştî wextekê Çagan beraet kiribû. Ji ber heman parvekirinan derbarê Çagan de careke din lêpirsîn hat destpêkirin.   * Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku dê yekîtiya neteweyî karibe pêşî li ber polîtîkayên şer ên dijî kurdan bigire û got: "Heger em vê pêk bînin, dê pir bibandor be."   * Girtî Mehmet Işiktaş ku bi hinceta "ewlehiyê" ji Amedê sewqîGirtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T'yê hat kirin, ragihand ku ji ber ku mayina di nav girtiyên edlî de lê tê ferzkirin dest bi greva birçîbûnê kiriye.    * Li Şirnexê di 6 mehên dawî de li Cudî, Gabar û Bestayê 31 caran agir bi daristanan ket. Di van şewatan de bi hezaran dar şewitîn û çavkaniyên debarê yên gelê herêmê jî tune bûn.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 247’emîn de berdewam bike.    * Bîranîna Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê wê li ber Gara Trenê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê bê lidarxistin. (10.00)    * Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan wê beriya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê ya li Enqereyê daxuyaniyekê bide. (10.30)