‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî' 2021-11-10 09:04:29 AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku dê yekitiya neteweyî karibe pêşî li ber polîtîkayên şer ên dijî kurdan bigire û got: "Heger em vê pêk bînin, dê pir bibandor be." Operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didome. Her wiha îqtidara AKP-MHP'ê di heman wextê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hedef digire.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku xebatên yekîtiya neteweyî yên ji bo parastina destkeftiyên kurdan  dê li perçeyekî bi tenê bi kêr neyên û ji bo vê bang li hemû partiyên siyasî yên li her çar perçeyan kir.    ‘DAGIRKIRIN E'   Taşçier, anî ziman ku divê hemû partî û rêxistinên kurdan ên li her çar perçayan helwesta xwe ya li dijî tezkereyê li gor yekîtiya neteweyî bidin der. Taşçier, destnîşan kir ku destkeftiyên kurdan dê bi vî awayî bên parastin.   Taşçier, ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li Herêma Kurdistana Feder û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got, dagirker e û pênaseya dagirkirinê êdî ji hêla hemû kurdan ve tê qebûlkirin.    YEKÎTÎ   Taşçier, ji bo xebatên yekîtiya neteweyî jî got: "Li perçeyê herî mezin ê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) 9 partiyên siyasî yên kurdan hene. Hema bibêje li vê derê yekîtiya neteweyî temam e. Ji lew re em pir li hev kom dibin û civînan çêdikin, em di gelek waran de li hev dikin. Mesela, daxwaza me ya ji bo kurdî ku bibe zimanê perwerdehî û fermî heman daxwaz e, xebatên me yên ji bo kampanyaya ziman eynî ne. Helbet, ev ji bo yekîtiya neteweyî ya li perçeyekî têr nake. Divê li hemberî van êrişan, yekîtiya neteweyî ya kurdan çêbibe. Niha hêzên navneteweyî jî dixwazin kurd bibin yek. Dê destkeftiyên kurdan ên li perçeyekî bandorê li her çar perçeyan jî bikin. Lewma heya yekîtî çênebe dê dagirkerî bidome. Her kes baş bi vê dizane."    Taşçier, bangawaziya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar a "Tifaqa Kurdî ya Dijî Şer" jî bibîr xist û got: "Em ê ji bo vê dest bi xebatan bikin. Her wiha em di nav xebatên platformê ya li dijî dagirkeriyê de jî cih digirin ku ji hêla kurdên her çar perçeyan û kurdên li dîasporayê hat avakirin. Ew xebat jî didomin. Yekîtiya li dijî şer, hîmê yekîtiya neteweyî ye. Heger em vê yekê pêk bînin û pêşve bibin, dê eynî wekî xebatên ziman ên partiyên siyasî xwedî bandor be."    Taşçier, destnîşan kir ku kurd bi konsepteke tevayî ya êrişan re rû bi rû ne û ji bo vê bal kişand ser kampanyaya lîncê ya li hemberî têgiha Kurdistanê. Taşçier, anî ziman ku êriş hatine asteke wisa ku bi van êrişan tê xwestin ku kurd nasname, nirx û erdnîgariya kurdan xwe ji bîr bikin û got: "Helwesta kurdan a li hemberî van êrişan girîng e. Kurd divê bêtawiz li ser pêyan be û serî netewîne. Vê yekê jî divê li ser asasê yekîtiya neteweyî bikin."    MA / Ergîn Çaglar