Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir 2021-11-10 09:04:31 AMED - Girtî Mehmet Işiktaş ku bi hinceta "ewlehiyê" ji Amedê sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T'yê hat kirin, ragihand ku ji ber ku mayina di nav girtiyên edlî de lê tê ferzkirin dest bi greva birçîbûnê kiriye.  Di 20'ê Cotmehê de 7 girtî bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê sewqî Girtîgeha Antalya ya Tîpa S'yê, Girtîgeha Tokat a Tîpa T'yê, Girtîgeha Seydîşehîr a Konya ya Tîpa T'yê, Girtîgeha Bunyan a Kayserî ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê, Girtîgeha Bunyan a Jimare 1'ê ya Tîpa T'yê û Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T'yê hatin kirin. Malbat û parêzer heya demekê nikaribûn pêwendiyê bi girtiyan re deynin û hin malbat jî gava ji bo hevdîtinê çûbûn girtîgehê pê hesiyabûn ku xizmên wan hatine sewqkirin.    Yek ji van girtiyan Mehmet Işiktaş e ku sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T'yê hatuye kirin. Işiktaş bi rêya telefonê bi bav Eyup Işiktaş re axivî û tahdeyên ku di dema sewqkirinê de li wan hatiye kirin ragihandin.    Bav Işiktaş, da zanîn ku kurê wî ji sala 2017'an ve 3 caran hatiye binçavkirin û hatuye girtin û herî dawî di Sibata 2021'ê de hatiye girtin. Işiktaş, diyar kir ku roja ku kurê wî hatiye sewqkirin roja hevdîtina girtî bûye û gava kurê wî di 23'yê Cotmehê de telefon kiriye, wê gavê pê hesiyane ku kurê wî hatiye sewqkirin. Bav Işiktaş got: "Roj em çûn hevdîtinê em pê hesuyan ku wî sirgûnî cihekî din kirine. Lê ji me re negotin bê ka wî sirgûnî ku derê kirine. Bi hinceta 'ewlehiyê' ne ji me re ne jî ji parêzeran re tiştek negotin. Piştî 3 rojan pêşî parêzer, bi dû re jî kurê min telefon kir. Em bi vî awayî pê hesiyan e bê ka wî sirgûnî ku derê kirine."    WÎ XISTIN HUCREYÊ   Işiktaş, bilêv kir ku gava kurê wî sewq kirine ji xeynî kincên li ser wî nehiştine tiştekî jî bi xwe re bibe. Işiktaş, anî ziman ku kurê wî gotiye di rîngê de tahde li wan hatiye kirin û gava wî birine girtîgehê 14 rojan di odeya karantînayê de hiştine û paşê lê ferz kirine ku wî têxin nav girtiyênh edlî. Işiktaş, diyar kir ku kurê wî li ber vê rabûye û piştî vê gardiyanan ew xistine hucreyekê û got: "Li hucreyê tenê ji bo razanê sîngerek dane kurê min. Betanî jî nedane wîç"    ‘QEBÛL NAKIM'   Işiktal, destnîşan kir ku kurê wî ji îdareya girtîgehê re gotiye dê van zextan qebûl neke û qethiyen dê neçe nav edliyan û got: "Kurê min got, 'fikira min û ya edliyan ne wekhev e. Em nikarin li cem hev du bin. Heger îdareya girtîgehê dev ji vê bernede û min neşîne cem hevalên min ên dosyeya me yek e, ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim."    Işiktaş, diyar kir ku li tevahiya girtîgehan zext û zorî zêde bûne.    3 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Bav Işiktaş, diyar kir ku kurê wî herî dawî di 9'ê Mijdarê de telefon kiriye û ragihandiye ku 3 roj in di greva birçîbûnê de ye.