Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne 2021-11-10 10:01:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Mihemed Zekî El-Elfî, diyar kir ku divê kesên li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar tînin bên cezakirin û got ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.    Êriş û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya di êrişên li Herêma Kurdistanê de, tecrîda girankirÎ ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome, dibine sedema bertekan. Serfermandarê Teqawît û Şêwirmendê Akademiya Leşkerî ya Bilind a Misirê ya Nasir Dr. Mihemed Zekî El-Elfî , têkildarî van geşedanan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Elfî, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê û û got ku 193 dewletan bi peyamenekê hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û diyar kirine ku dewleta li gorî vê peymanê tevnegere bê cezakirin.    'TECRÎDA NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Elfî, da zanîn ku ji ber Tirkiye nayê cezakirin li Sûriye û Iraqê çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: "Ji bo ku têkoşîna gelê kurd bê fêmkirin û di xebatên parlamentoyan de cih jê re bê veqetandin, bikaranîna çekên kîmyewî, bi hewldanên dewletên Ewropayê li qada navneeteweyî em dikarin bînin rojevê. Divê sûcdarkirina terorê ya li dijî kurdan bê redkirin. Li dijî tecrîdê divê xebateke navneteweyî bê meşandin. Tecrîda li ser rêberê kurdan qet nayê qebûlkirin. Lewre Ocalan nûnertiya tevgereke şoreşger a gel dike."   ‘DIVÊ KONGREYA AŞTIYÊ BÊ KIRIN'   Di berdewamê de Elfî, bal kişand ser nasbûna Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt gotin: "Ji bo ku Rêveberiya Xweser bê nasîn divê bi Yekitiya Neteweyî (NY) re xebat bên kirin. Ji bo ku Rêveberiya Xweser bê nasîn divê talûkeya Tirkiyeyê ji holê bê rakirin û li Ewropayê kongreya aştiyê bê kirin."