Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê 2021-11-10 10:47:21   MÊRSÎN - Şaban Kaygûsûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyanê ku lêgerîna tazî lê ferzkirin û lê dan nebirin revîrê.    Şaban Kaygûsûz (24) ê destek û lingekî wî nîn in, di 19’ê Cotmehê de bi hêceta “ewlehiyê” ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyanê hatibû kirin, hejmartina li ser piyan lê hatibû ferzkirin. Kaygûsûz, di hevdîtina telefonê ya piştî hat sewqkirin bi malbata xwe re kir de destnîşan kiribû ku lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, ji ber ku qebûl nekiriye 5 gardiyanan cilên wî qetandine û lê dane. Piştî têkildarî tiştên qewimîn malbata Kaygûsûz serlêdan kiribû di 5’ê Mijdarê de hevdîtina parêzeran pêk hatibû. Piştî hevdîtina parêzeran Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Şaxên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUHAY-DER) têkildarî Kaygûsûz rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku hêj jî hejmartina li ser piyan li Kaygûsûz tê ferzkirin û piştî lêdanê ew nebirine revîrê.    Di rapora hat amadekirin de wiha hat gotin: “Kaygusûz, di 19’ê Cotmeha 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an Bunyana Kayseriyê hat kirin, di dema sirgunê de tu pirsgirêk derneket, lê belê li girtîgehê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin, ji ber daxwaza lêgerîna tazî red kiriye, gardiyanan lê daye, avêtine erdê û kincên wî bi zorê ji ber kirine. Dema ku ew avêtinê erdê ketiye ser lingê xwe yê ji çok û jor hatiye birîn, ji ber vê yekê lingê wî birîndar bûye, birîna wî hînê baş nebûye, janên wî dewam dikin. Kaygûsûz diyar kiriye ku dema kincên wî ji ber kirine îşkence û mûameleya xerab berdewam kiriye.   DI LINGÊ WÎ YÊ HATIYE BIRÎN DE BIRÎNÊN NÛ ÇÊBÛNE   Girtiyê ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ye di rewşeke ku nikare tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike de ye. Lê ligel vê yekê jî jê re gotine ku tê di odeyeke yek kesî de bisekine, di encama hewldanên wî birine cem hevalên wî. Hat diyarkirin ku hejmartina li ser piyan lê hatiye ferzkirin, ji ber astengiya fîzîkî ne pêkan e hejmartina li ser piyan bê kirin, lê belê tevî vê yekê jî ferzkirina hejmartina li ser piyan berdewam kiriye, gardiyanan ew bi kursiya plastîk a li ser rûnişt ve avêtine hewadariyê û di lingê wî yê rastê de birînên nû çêbûne.    DAXWAZA SERLÊDANA SÛC    Kaygûsûz, diyar kiriye ku gardiyanan êrişî birayê wî yê ku çûye hevdîtina wî kirine û li wî dane. Ji ber van hemû îşkence û mûameleyên nebaş giliyê berpirsyaran kiriye, xwestiye rapora lêdanê bigire lê ji bo rapora lêdanê hêj sewqî revîrê û nexweşxaneyê nehatiye kirin. Derbarê aqûbeta giliyê de jî tu agahî ji wî re nehatine dayîn, têkidlarî binpêkirinên mafan ên hatin qewimîn jî serî li me daye.”