Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin 2021-11-10 12:02:46   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Em ê dest ji heq, hiqûq û edaletê bernedin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 247’emîn de didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî piştî bi birayê xwe Fadil Şenyaşar ku zêdetirî 3 salan di hucreya yek kesî de tê ragirtin bi telefonê axivî, hat pêşiya edliyeyê.    Malbatê ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Wê rojekê edalet ji kesên ji ber tirsa windakirina kursiyên xwe nikarin hesabê ji kesên komkujî pêk anîn bipirsin re jî lazim bibe. Wê rojê em ê adil bibin. Em ê dest ji heq, hiqûq û edaletê bernedin.”