Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e 2021-11-10 12:48:47 NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedar Nursel Aydogan a di Keştiya Ji Ocalan Re Azadî de cih digire diyar kir ku tecrîd û şer pirsgirêka kurd kûr dike û got: “Tekane navnîşana çareseriyê Îmrali ye.”  Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî di çarçoveya kampanya “Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” duh ji Lavrio ya bi ser bajarê Atînaya Yûnanîstanê ve Keştiya Ji Ocalan Re Azadî ber bi bajarê Napolî yê Îtalyayê ve bi rêxist. Rêwîtiya Keştiya Azadiyê di roja duyemîn de didome. Rêberê PKK’ê ji ber ku di 12’ê mijdara 1998’an de ji Yewnanîstanê derbasî Îtalyayê bû wê di salvegera vê rojê de Keştiya Azadiyê li Napoliya Îtalyayê bi girseyî were pêşwazîkirin.    Gelek akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, aktîvîstên aştiyê û nûnerên tevgerên jinan jî di nav de 37 kes ji welatên cuda yên Ewropayê hatine di keştiyê de cih digirin.    ‘ŞER TECRÎDÊ KÛR DIKE’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Nursel Aydogan jî di keştiyê de cih digire û derbarê tecrîdkirina Ocalan ji ajansa me re axivî. Aydogan destnîşan kir ku her ku diçe tecrîd giran û kûr dibe û got: “Kûrbûna tecrîdê bandorek neyînî li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd dike. Îqtidara AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şer pirsgirêka kurd kûr dikin. Em jî dibêjin ku ev pirsgirêk dikare bi rêbaz û diyalogên demokratîk were çareserkirin. Di navbera salên 2013 û 2015’an de birêz Ocalan di bin şertên dîlgirtî de pêvajoyek da destpêkirin. Di şertên dîlgirtî de ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîste êdî birêz Ocalan azad bibe.”    ‘ÊDÎ DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE’   Aydogan destnîşan kir ku rola hêzên navnetewî ku di komploya navnetewî de cih girtine di tecrîdê heye û ew dixwazin bi vê çalakiya xwe bala welatên Ewropayê bikişînin ser rewşa Ocalan. Aydogan anî ziman ku Ocalan tenê ne di çareseriya pirsgirêka kurd de di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de aktorek girîng e. Aydogan got êdî dema azadiya Ocalan hatiye û pêwîste riyên ji bo azadkirina Ocalan werin vekirin. Aydogan da zanîn ku ew jî bi armanca azadkirina Ocalan di Keştiya Azadiyê de hatine cem hev û vê çalakiyê li dar dixin.    MA / Ozgur Paksoy