Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan 2021-11-10 13:09:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Hifzûllah Kûtûm ê ji ber parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin, ser îtîraza parêzerên xwe hat berdan.    Hîfzûllah Kûtûm ê li Zanîngeha Firata Xarpêtê di Beşa Maliye, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Peywîrdarê Lêkolînê ku ji ber parvekirina “Bijî Kurdistan” a ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji peywîrê hatibû girtin, bi hêceta lêpirsîna derbarê wî de hatibû vekirin di 6’ê Mijdarê de di dadgeha de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, hatibû girtin. Kûtûm, li ser îtîraza parêzerên xwe îro hat berdan.    Kûtûm, ê piştî parvekirina “Bijî Kurdistan” li ser medya dîjîtal bi parvekirinên nijadperest bû hedef, ji aliyê rektoriyê ve di 3’ê Mijdarê de cezayê hişyariyê girt. Kûtûm ê bi kampanyaya lînckirina ku hatibû birêvebirin, di 5’ê Mijdarê de ji peywîrê hat girtin. Kûtûm ê di heman rojê de bi deriyê odeya wî ya zanîngehê ve ala tirk hatibû daliqandin, rojekê şunde hatibû binçavkirin. Dadgehê Kûtûm bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin.