Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye 2021-11-10 15:33:52   SEMSÛR - Parlamenterê berê yê HDP'ê Behcet Yildirim, 8 roj in di bin çavan de tê ragirtin.    Li Semsûrê, di 2'ê mijdarê de polisan bi ser mala şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, Mûstafa Yuksel de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştî 8 rojan Yuksel îro derket dadgehê û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Lê parlamenterê berê yê HDP'ê Behcet Yildirim ku di 3'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin hê jî dernexistine dadgehê û di bin çavan de ye. Tê payîn ku Yildirim sibê derkeve dadgehê.