Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest 2021-11-10 16:18:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî Yê QSD'ê Mazlûm Ebd, li ser hesabê xwe yê medya sanal ji bo êrişa ku duh li Qamişlo pêk hatibû daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata Gulo re xwest. Tirkiye êriş û gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Balafireke Bêmirov a Biçek (SÎHA) a Artêşa Tirk, duh li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê, wesayîteke sivîl kiribû armanc. Di êrişê de ji kesayetên welatparêz ên Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê Yûsif Gulo û neviyên xwe Mazlûm û Mihemed jiyana xwe ji dest dabûn. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê medya sanal daxuyaniyek da û ji malbata Gulo re sersaxî xwest.   Mazlûm Ebdî, di parvekirina xwe de wêneyek xwe yê bi Yûsif Gulo re par ve kir û di peyama xwe ya sersaxiyê de ev tişt nivîsand: "Hedefa tirsnak a komkujiya xofdar a li Qamişlo ku bi şehîdbûna Kalê Yûsif Gulo û kurên wî Mezlûm û Mihemed li bajarê Qamişlo bi encam bû, tirsandina sivîlên ewle ye. Em sersaxiyên xwe yên herî kûr pêşkêşî malbata Gulo û bajarê Qamedo dikin."